Hazara: Kêmareke etnîk û olî ya Afganîstanê

Hazarajat heta dawiya sedsala 19’emîn herdem serbixwe an xweser bûye. Lê di dawiya vê sedsalê de, rêvebirê Afganîstanê Abdurehman pergala desentralîze û xweser a hemû herêman betal kiriye.

Hazara (bi farisî: hazaragî) komeke etnîk ê Afganîstanê ne û li herêma bi navê Hazarajat (Hazarîstan) a li navenda welat dijîn. Nifûsa Hazarajatê di navbera 8 û 10 milyonan de ye. Piraniya vê nifûsê hazara ne û bi hejmara xwe hazara koma sêyemîn a etnîk a li Afganîstanê ne. Qismeke vê nifûsê belavî bakur û roavayê Afganîstanê bûye û herwiha hin ji wan li paytext Kabîlê niştecî bûne.

Ji ber tunebûna agahiyên rastîn ê ku xwe bispêre serjimareke objektîf, rêjeya nifûsa hazarayên li Afganîstanê di navbera ji % 10 û ji % 20’ê hemû nifûsa welat tê texmînkirin. Li herêmê ji bilî hazarayan tacîk û peştûn jî dijîn û rêjeya her du koman qasî ji % 15’yê hemû nifûsa Hazarajatê ye.

Hazara di heman demê de li herêma Belûcîstanê ya li Pakîstanê jî dijîn. Hazarayên li vê herêmê bi giranî li derdora paytext Quettayê kom bûne û nifûsa wan di navbera 650,000–900,000’an de ye.

Endamên vê komê wekî tacîkiyan bi devokeke darî ku zaravayeke rohilatê ya farisî ye diaxivin. Hikumeta Afganîstanê di 1964’an de bi awayekî fermî di nava sînorên xwe de hebûna darî naskiriye. Di heman demê de ji vî zaravayê ji aliyê hin çavkaniyên navneteweyî wekî Farisiya Afgan jî tê binavkirin. Darî digel peştûn zimanê fermî yê Afganîstanê ye.

Hazara ji aliyê olî ve ji suniyên li Afganîstanê cihê ne. Wan bi sedan salane şiîtî û îsmaîlîtiyê qebûl kirine û heta aniha di nav nifûsa sunî de taybetiyên xwe yên olî parastine. Ji lewre ji aliyê gelek kesên li Afganîstanê ve misilman nayên hesibandin. Ev dîtina olî ya di derbarê wan de bûye bingeh ku rêxistinên radîkal ên îslamî êrîş bibin ser wan. Di salên dawî de hazara rastî çend ji wan êrîşan hatine lê digel vê, herêma Hazarajatê bûye yek ji herêmên herî bi ewle yê Afganistanê.

Hazarajat heta dawiya sedsala 19’emîn herdem serbixwe an xweser bûye. Lê di dawiya vê sedsalê de rêvebirê Afganîstanê Abdurehman pergala desentralîze û xweser a hemû herêman betal kiriye. Ev jî bûye sebeb ku hazara li dijî hikumeta navendî serî hilbidin. Mixabin hêzên dewletê van serhildanan têk birine û gelek endamên vê koma etnîk hatine kuştin. Dewlet, gelek kesan jî bi darê zorê ji ser axa wan qewirandiye û wan li herêmên din bi cî kiriye.

Ji vê demê û heta salên dawiyê hazara ji gelekî mafan bêpar hatine hiştin û rastî zilm û zorê mane. Ji ber polîtîkayên aboriyê yên navendê, herêma Hazarajat bûye yek ji herêma herî paşdemayî yê Afganîstanê û gelê hazara di nava xizaniyê de jiyana xwe domandiye. Ji bilî vê, di dema rêvebiriya Taleban’de hazara ji ber baweriyên xwe yên olî îcarê rastî zilma olî hatine.

Nêzîktêdayina li hember hazarayan piştî hilweşîna rêvebiriya Taleban gav bi gav ber bi başbûne ve çûye. Bi qanûna bingehîn a 2004’an wekî hemû komên etnîk û olî yên Afganîstanê, hazara jî hatine naskirin. Hilweşîna bendên cûdaxwaz destûrê daye ku cara yekemîn hazara di qada siyasî, civakî û aborî de ciyê bi serbestî bigirin. Di vê pêvajoya erênî ya di 15 salên dawî de rewşa hazarayan pêş de çûye.

Mixabin êrîşên Taleban ên li dijî hêzên denwletê û hevalbendên wê yên NATOyê di salên dawî de pir zêde bûne. Hin herêmên çolter û çiyayî aniha di bin destê Taleban û hêzên din ên serhildêr û çete de ne. Ev jî dike ku bêaramî bêtir xera bibe û destkeftinên kêmaran têkeve nava xetereyê. Wiha xuya dike ku wekî kêmarên din ên etnîk û olî yên Afganîstanê, wê pêşeroja hazarayan jî di encama şerê di navbera her du hêzên mezin ên li Afganîstanê bê diyarkirin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …