Biden û Jinping li Îndonezyayê rû bi rû rûniştin

Serokê Amerîkayê Joe Biden û serokê Çînê Xi Jinping li girava Bali ya Indonezyayê hevdîtineke rû bi rû lidarxistin.

Ev hevdîtina ewil bi qasî 3 saet dom kir û bi giranî meseleya Taywanê û reqabeta bazirganiyê ya di navbera her du welatan de hatin gotûbêjkirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden û serokê Çînê Xi Jinping hevdîtineke rû bi rû lidarxistin.

Hevdîtin di dema bernameya G20’an a li girava Bali ya Indonezyayê pêk hat.

Ev hevdîtina ewil bi qasî 3 saet dom kir û bi giranî meseleya Taywanê û reqabeta bazirganiyê ya di navbera her du welatan de hatin gotûbêjkirin.

Yek ji mijareke din a hat rojeva her du lîderan şerê li Ûkraynayê bû.

Herwiha, Biden û X li ser testên fuzeyan ên Koreya Bakur jî danûstendinê kirin.

Di hevdîtinê de biryar hat dayîn, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antonio Blinken ji bo serdanekê biçe Çînê.

Piştî civînê, Biden daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist û bi perspektîfa hukumeta xwe mijarên hatine rojevê nirxand.

Biden derbarê şerê bazirganiyê ya bi Çînê de jî da zanîn, di dewsa kûrkirina aloziyê de ew dixwazin bi Çînê re reqabetê bikin.

Biden çi got?

Joe Biden di daxuyaniyê de got ew dike pêdivî bi Şerekî Sar a bi Çînê re tune ye.

Biden gotinê anî ser Taywanê jî û got, ew texmîn nake ew ê Çîn Taywanê dagir bike.

Serokê Amerîkayê derbarê meseleya Koreya Bakur jî agahî da û diyar kir, berpirsiya Çînê heye şerekî nukleer a vî welatî dikare bibe sebeb, asteng bike.

Biden derbarê şerê bazirganiyê ya bi Çînê de jî da zanîn, di dewsa kûrkirina aloziyê de ew dixwazin bi Çînê re reqabetê bikin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …