Taywanê Çîn hişyar kir

Aloziya di navbera Çîn û Taywanê de, bi daxuyaniyên nû hîn bêtir kûr bû

Taywan net got; eger Çîn nêzîkî erdên me bibe, em ê êriş bikin

Piştî vê, artêşa Taywanê êrişî 3 dronên Çînê yên nêzîkî giravên xwe kir

Taywana ku heta niha li hemberê Çînê di parastinê de bû, niha diranên xwe tûj dike.

Artêşa Taywanê bi daxuyaniyeke wekî gef, bersiv da dorpêça Çînê ya li dora giravê.

Berdevkê serfermandarê artêşê Lin Wen-Huang got, eger hêzên Çînê sînoran derbas bikin wê rastî êrişî werin.

Fermandarê Taywanê gotinên xwe wiha domandin:

“Li gorî prensîba ‘çiqas nêzîkî giravê, ewqas bersiva hişk’, artêşa Taywanê wê nehêle balafir û keştîcengên Çînê nêzîkî peravên welêt bibin. Hemû balafir û keştîcengên têkevin nava sînorên welêt, wê rastî êrişa artêşa Taywanê werin.

Generalê Taywanê diyar kir, seheya hewayî û deryayî yên welatê wî bi qasî 20 kîlomêtro ye û ew ê Taywan di nava wan sînoran de xwe biparêze.

Dronên Çînê

Piştî vê hişyariyê, Taywanê êrişî dronên Çînê yên nêzîkî giravên xwe kir.

Artêşa Taywanê ragihand, 3 dronên Çînê ku xwestin nêzîkî giravên Kinmenê bibin, ji aliyê sîstema parastina hewayî hatine qewirandin.

Giravên Kinmenê li hember peravên rojhilatê Çînê ne lê di bin kontrola Taywanê de ne.

Aloziya Taywanê

Giravên Kinmenê nêzîkî bajarê Xiamen a Çînê ye. Digel vê ev giravên biçûk di destên Taywanê de ne.

Aloziya dawî di navbera Çîn û Taywanê de, bi serdana berdevka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi ve dest pê kiribû.

Pelosiyê ligel hemû hişyariyên Çînê çûbû serdana Taywanê û li paytext Taipeiyê hevdîtinan pêk anî bû.

Çînê jî bi vê serdanê re paralel bloqaja leşkerî ya li dora Taywanê derxistibû asta herî bilind û dest bi tetbîqatên berfireh kiribû.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …