Swêd kontrola pasaportê ferz dike

Swêd êdî di dema serîlêdanên ji bo mafê rûniştinê de hebûna pasaportê ferz dike.

Biryara Ajansa Koçê ya Swêdê di 1’ê mijdarê ket meriyetê.

Kesên serî li îlticayê didin û  ne mecbûr in pasaportê pêşkêş bikin.

Swêd êdî di dema serîlêdanên ji bo mafê rûniştinê (îkametê) de hebûna pasaportê ferz dike.

Biryara kontrola jidandî ya pasaportê ji aliyê Ajansa Koçê ya Swêdê ve hate girtin.

Ajansê du daxuyaniya xwe de diyar kir wê biryar ji 1’ê mijdarê û vir ve têkeve meriyetê.

Ajansê diyar kir, kesên serî li mafê îkametê didin, divê  dema serdana xwe ya saziyên Swêdê de pasaporta xwe bi xwe re bînin.

Hem kesên cara ewil serî li mafên îkametê didin ê hem jî kesên dixwazin î mafî dirêj bikin dikevin çarçoveya biryara dawî.

Lêbelê biryara Ajansa Koçê ya Swêdê wê bandorê li serîlêdanên ji bo penaberiyê (îltica) neke.

Kesên serî li îlticayê didin û yên di bin parastina demî ya navneteweyî de ne, ne mecbûr in pasaportê pêşkêş bikin.

Herwiha, heman biryar wê bandorê li welatiyên Yekitiya Ewrûpayê, Swîsre, Norwêc, Îsland û Liechtensteinê neke.

Kesên ji wan welatan wê bikaribin wekî berê di dema daxwazên mafê îkametê de nasname an pasaport pêşkêş bikin.

Çima ev biryar hate girtin?

Kesên serî li mafê îkametê didan, berê dikaribûn fotokopî an wêneyê scannerê yê pasaporta xwe pêşkêş bikin.

Ajansa Koçê ya Swêdê diyar kir, Ofîsa Venêrînê ya Neteweyî di rapora xwe ya 2021’an de ji bo vekolîna kesên li mafên îkametê daye ajansê rexne kiriye.

Ev jî bûye sebeb Ajansa Koçê ya Swêdê di vê mijarê de biryara kontroleke jidandî bide.

Kesên serî li mafê îkametê didan, berê dikaribûn fotokopî an wêneyê scannerê yê pasaporta xwe pêşkêş bikin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Konseya Cornwallê: Zimanê kernewek biparêzin

Konseya Cornwallê di 10. salvegera naskirina ziman a di bin Peymana Çarçove ya Parastina Kêmarên …