Bi milyonan kedkar li Kolombiyayê daketin kolanan

Bi milyonan kolombiyayî di 19’ê Tebaxê de ku roja neteweyî ya greva qadên gundewar hatibû deklerekirin, li gelek bajaran daketin kolanan. Di meşan de polîtîkayên neoliberal a dewletê yên li hember kedkaran hatin şermezakarkirin.

Meş û çalakiyên girseyî ku ji aliyê sendîkayên cihêreng û rêxistinên sosyal ên li welat hatin amadekirin, li wargehên Narino, Santander, Cauca, Huila, Boyaca, Norte de Santander, Cartagena, li başûrê Bolivarê û li paytext yê bi tesîr bû.

Li Bogotayê gundî, ajovanên qemyonan, xebatkarên madenan, karker, mamoste, xwendekar, doktor û endamên din ên rêxistinên sosyal tev bi hev re daketin kolanan û destekê dan doza gel. Li herêmên din jî cotkarên patat, birinc û qehweyê û hilberînerên şîr meşiyan. Li aliyekî din, li Cartagenayê ku yek ji bajarê herî mezin ê Kolombiyayê ye, karkerên endamên sendîkayên cihêreng bi daxwazên avêtina hin gavan di sektorên wan de ku hikumet nêvî hiştibû, daketin kolanan.

Tevgera Meşa Welatparêziyê Marcha Patriotica ku ji 2 hezarî zêdetir rêxistinên sosyal di bin banê wê de ye, da xuyakirin ku li Valle del Caucayê ji 50 zêdetir çalakger ku di nava wan de 3 rojnameger jî hene ji aliyê hêzên dewletê hatine girtin. Li gorî çavkaniyên li welat, di tevahiya çalakiyên grevê de 50 kes di êrîşên hêzên dewletê de birîndar bûne û 85 kes hatine girtin.

Paşxaneya berxwedana kedkaran

Li Kolombiyayê tevgera kedkaran piranî li ser bingeha problemên gundiyên ku çandiniyê dikin û şîr hildiberînin bilind dibe. Di nava van derdorên berfireh de derdora ku herî zêde dengê xwe derdixe hilberînerên qehweyê ne ku berhema ku bi awayekî berfireh li welat çandiniya wê tê kirin e û di heman demê de yek ji sembola Kolombiyayê ye. Di meha Sibatê de greveke mezin a hilberînerên qehweyê pêk hatibû û ji ber ku hilberîner qasî du hefte riyên sereke yên bejahiyê ji trafîkê re girtibûn, jiyana li welat paralîze bûbû.

Dema bi greva Sibatê re bê miqayesekirin beşdariya greva 19 Tebaxê berfirehtir e, ji berk ku ji hemû sektorên li welat beşdarî pêk hat. Ji bilî betalkirina polîtîkayên aboriyê yên lîberal, bi taybetî cotkar ji hikumetê daxwaz dikin ku desteyeke muzakareyê damezrîne û di vê desteyê de li ser daxwazên wan bisekine. Çend ji daxwazên cotkaran, kêmkirina buhayê petrolê, avakirina navendên tenduristiyê, betalkirina projeya reforma qanûnê ya di derbarê tenduristiyê, polîtîkaya madenvaniyê û jiholêrakarina berhemên çandiniyê yên ne qanûnî ye.

Çavkanî:

www.telesurtv.net

www.colombia-politics.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …