Beşa Kurdî ya Zanîngeha Artûklûyê tije bû

Zanîngeha Artûklûyê ya li Mêrdînê diyar kir ku ew ê di sala perwerdeyê ya 2013-14’an de 270 xwendekaran ji bo Beşa Ziman û Çanda Kurdî bigire. Li ser vê nûçeyê, bi sedan xwendekar serî li zanîngehê dan.

Midûrtiya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artûklûyê diyar kir ku ew ê îsal ji bo Beşa Ziman û Çanda Kurdî 250 xwendekar ji bo lîsansa bilind a bêtez û 20 xwendekar ji bo lîsansa bilind a bitez bigire. Di dema serlêdanê ya di navbera 22 Tîrmeh -21Tebax 2013’an de pêk hat de de 800 xwendekar serî li beşê dan.

Azmûna ji bo lîsansa bilind a bitez wê hem nivîskî hem jî devkî û ya ji bo lîsansa bilind a bêtez bi tenê nivîskî bê lidarxistin. Ji bo bernameya bitez wê di 24’ê mehê de û ji bo ya bêtez di 25’ê mehê de azmûn bên lidarxistin. Herwiha, azmûna devkî wê di 2-3’ê Îlonê de bê lidarxistin. Di azmûna nivîskî de wê ji van mijaran 50 pirs bên kirin: 8 pirs ji Wêjeya Kurd a Klasîk, 8 pirs ji Wêjeya Kurd a Modern, 8 pirs ji Wêjeya Kurd a Gel û 26 pirs ji Rêzimanê Kurdî û rastnivîsê.

Xwendekarên vê beşê biqedînin, piştî wergirtina formasyona mamostetiya kurdî wê bikaribin di dibistanên fermî de dersê hilbijarî yên kurdî bidin.

Midûrê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artûklûyê Prof. Kadrî Yildirim da zanîn ku wê pêvajoya çareseriyê eleqeya ji bo zimanê kurdî zêdetir bike û kontenjanên wan ên ji bo zazakî û kurmancî hemû tije bûne. Yildirim da zanîn ku ev jî nîşan dide ku di salên pêş de wê eleqeya ji bo kurdî zêdetir bibe.

Divê bê gotin ku hejmara kontenjana ji bo kurdî hatiye diyarkirin piranî ji bo xwendavanên kurmancî ye. Îsal wê ji bo zazakî bi tenê 15 xwendekar bên girtin. Enstîtuya navborî diyar kir ku ji bo Ziman û Çanda Suryanî jî wê bi tenê 12 xwendekar bên girtin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …