Asûrî xweserî û serxwebûnê nîqaş kirin

Kêmarên li Iraqê ji ber îhmalkariya hikumetê ya di derbarê wan de, bi serê xwe dest bi hewldanên çareserkirina problemên xwe dikin. Asûriyên koçber ên li derveyî welat, bi armanca diyarkirina bernameyeke polîtîk a ji bo vegera welat, konferansekê li dar xistin.

Yekitiya Komeleyên Asûriyan, bi hevkariya Îttifaqa Unîversal a Asûriyên Awistralyayî bi slogana “Vegera li Asûrîstanê” li bajarê Sydneyê ya li Awistralyayê konferansekê li dar xist. Ji bilî nûnerên asûrî, parlamenterê awistralyayî Chris Bowen û Linda Ben-Menashe ku berpirsê departmana têkiliyên bi derve ya Komeleya Nûnerên Cihû ya li New South Walesê bû, beşdarê konferansê bûn.

Di rûniştinên di konferansê de li ser mafên vegera asûriyan ji bo welat û li ser axa pêşiyên wan a li Nînowayê mafên wan ê diyarkirina qederê hat nîqaşkirin. Di konferansê de du dîtinên girîng ku yek ji wan xweserî û ya din jî serxwebûn bû, derket holê.
Chris Bowen ku alîgirên xweseriyê li dora xwe kom kir, da zanîn ku riya herî baş a ji bo mafê diyarkirina qederê xweseriye. Hêjayî gotinê ye ku bi xebatên Bowen, Parlamentoya Awistralyayê Roja Jenosîda Asûriyan ku ji aliyê hêzên osmanî û çekdarên kurd hatibû kirin, naskiriye.

Li aliyekî din, Menashe li hember xweseriyê derket û bang li asûriyan kir ku bi riya xebata ji bo vegerê, avakirina artêşekê û di dawiyê de jî bi armanca naskirina dewleta Asûrîstanê bikaranîna lobiyên cîhanê, xeta modela siyonîst bişopînin.
Nîvîskarê asûrî Farûk Curkîs ku jê dîtinên wî yên di derbarê vê mijarê de hat pirsîn, got ku asûrî ne mecbûr in ku ji bo bidestxistina mafên xwe kesên din bişopînin û destnîşankir ku ji xwe Destûra Bingehîn a Iraqê destûrê dide ku her aliyê Iraqê parêzgehên xweser ava bikin.

Lê nûçeyên di derbarê daxwazên avakirina eyaletekê li Iraqê bû sebeba reaksiyonên tund ên hin derdorên ereb ku diyar kirin ku ev li hember welat komplo ye û îxanet e.

Komkujiya asûriyan a li Iraqê
Asûrî, xwedî bîranînên herî xerab in ku li Iraqa modern şahîd bû ne. Asûrî gelek caran bi komkujiyên ku ji aliyê artêşa Iraqê hatiye kirin re rû bi rû mane. Bi taybetî, van kiryaran piştî ku wan di sala 1933’an de daxwaza xweseriyê kirine, pêk hatine. Li gorî agahiyan, di wê demê de di navbera 600 û 3000’î de asûrî hatine kuştin. Komkujî di demeke ku asûrî hewl dane ku piştî komkujiya bi navê “Seyfo” a li welatê Osmanî pêk hatiye, bêhna xwe bidin pêk hatiye û lewma jî tesîra wê li ser asûriyan mezin bûye.

Çavkanî:
www.al-monitor.com

infowelat.com

Li vê jî binêre

Puigdemont bû namzetê serokatîya Katalonyayê

Carles Puigdmeont namzetîya xwe ya ji bo serokatîya Katalonyayê ragihand. Puigdemont di dema referandûma serxwebûnê …