Blick in den Plenarsaal

Almanya qerta pereyan wê bide penaxwazan

Fatoş Demirtaş 

Almanya wê êdî di dewsa pereyan de qertekê bide penaberan.

Hikumet radigihîne, bi vê tedbîrê ew dixwaze pêşî li ber şandina pereyan ji bo derveyî welêt bigire.

Almanya wê êdî di dewsa pereyan de qertekê bide penaxwazan.

Biryara derbarê mijarê de ji aliyê Parlamentoya Almanyayê Bundestagê ve hat pejirandin.

Hikumeta federal a Almanyayê jî wê ji bo vê meseleyê rêziknameyekê  amade bike.

Bi vê pergala nû, wê penaxwaz ji dewletê mîqtarekê dikare wekî kredîyê bê pênasekirin, werbigirin.

Ev kredî wê her meh li karta penaberan bê barkirin.

Penaxwaz wê ji bo pêdîvîyên xwe rojane bikaribin vê kartê bi kar bînin.

Wezîra Karên Navxweyî ya Federal Nancy Faeser (SPD) got kart dikare di supermarketan, dikanan, kuaforan û qadên din de bê bikaranîn.

Faeser da zanîn,  bi vê tedbîrê hikumet herî zêde dixwaze pêşî li ber şandina pereyan ji bo derveyî welêt bigire.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz û serokwezîrên eyaletan di 6ê Mijdarê de li ser kartê li hev kiribûn.

Li gori qanunê, penaxwazên li Almanyayê dimînin wê beşeke ji lêçûyînên jiyanê yên wekî kredî werbigirin.

Hikumetê ragihandibû, ew dixwaze penaxwaz nema pere bişînin derveyî welêt û ji qaçaxçiyên karê bazirganîya mirovan dikin.

Hişyarî ji sendîkaya polîsan

Serokê sendîkayê Jochen Kopelke dîyar kir, penaxwaz gelek caran di bin zextê de ne ku lêçûnên tenduristîyê yên malbatên xwe û deynên qaçaxçiyan bidin.

Sendîkaya polêsan (GdP) bi daxûyanîyeka derbarê mijarê de hukumetê hişyar kir.

Serokê sendîkayê Jochen Kopelke dîyar kir, penaxwaz gelek caran di bin zextê de ne ku lêçûnên tenduristîyê yên malbatên xwe û deynên qaçaxçiyan bidin.

Li gorî sendîkayê, dayîna kartê wê zextên aborîyê yên li ser penaxwazan ji holê raneke.

Kopelke  dîtinên xwe bi van gotinên balkêş îzeh kir:

“Eger ji bo vê rewşê tolerans neyê nîşandayîn,  xetere heye ku penaber hewl bidin bi kiryayên neqanûnî pereyên ku hewce bi dest bixin.”

Foto: Parlamentoya Almanyayê Bundestag/Wikipedia 

Infowelat

Derbarê Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

A plurality of Chinese languages

In the PRC, where Mandarin Chinese is aggressively promoted as the official language, a similar …