Almanya terka Ostpolitikê kir

Almanya  di bin banê siyaseta Ostpolîtîk ku ji hukumetên berê dewr girtibû, Rûsyayê re têkiliyên nerm dimeşandin. Her du alî hevparên hev ên girîng ên bazirganiyê bûn.

Hukumeta Scholz bi riya ambargoyên giran ên li dijî Rûsyayê û bi zêdekirina butçeya xwe ya parastinê dawî li vê polîtîkayê anî.

Almanya polîtîkaya xwe ya Rûsyayê a di dehan salan ji nişkave bi dawî kir.

Pêr li parlemena Almanya Bûntestagê li ser şerê Rûsya-Ûkraynayê rûniştineke awarte hat lidarxistin.

Olaf Scholz. Serokwezîrê Almanyayê.

Hukumeta alman rûniştinê veguherand şova mîlîtarîzmê û ji piraniya wekîlên parlemenû destekû wergirt.

Serokwezîr Olaf Scholz bi axaftineke derveyî adetê û bi sekna xwe ya hişk mora xwe li vê civînê xist.

Şansolyeyê Alman got, Almanya wê ji îro pê ve 2 ji %  hebûna xwe ya aboriyê ji bo parastina welêt xerc bike.

Ev jî tê wateya guherîneke gelek mezin di polîtîkaya ewlekarî û parastinê ya Almanyayê de.

Almanya heta îro li derdora 50 milyar euroyî ji bo lêçûyinên leşkerî mesref dikir.

Scholz got ew ê îsal 100 milyar euro ji bo mesrefên artêşê veqetînin.

Hukumeta alman wê êdî 2 ji %ê butçeyê ji mesrefên leşkerî re veqetîne. Hukumetê pereyê îsal wê ji artêşê re xerc bike derxist 100 milyar euroyî.

Bi gotineke din, Almanya bi vê biryarê re, NATO û Amerîkayê kêfxweş kir û da ser riya gurkirina aloziyê.

Serokwezîrê Almanyayê di axaftina xwe de qala desteka ji bo Ûkraynayê jî kir û got, ew ê 1000 roketên antîtank û 500 fuzeyên Stînger bişînin vî welatî.

Scholz li ser têkiliyên Almanya û Rûsyayê jî axivî û got, êdî ew dawî li polîtîkaya xwe ya nerm a bi Moskowê re tînin.

Di mijara têkiliyên her du welatan de axaftina Scholz dikare wekî guherîneke paradîgmayê bê nirxandin.

Ostpolîtîka Almanyayê

Willy Brandt (1913-1992). Wî li Almanyaya Federal serokwezîrtî jî tê de gelek wezîfeyan kir.

Almanya di 50 salên dawî de, di bin banê siyaseta Ostpolîtîk de, bi Yekitiya Sovyetê û welatên din ên li rojhilatê Ewrûpayê re têkiliyên baş dimeşandin.

Berlîn bi vê polîtîkaya xwe dixwest, li rojhilatê Ewrûpayê rê li ber aloziya bi Sovyetê re bigire.

Polîtîkaya navborî ji aliyê lîderê Partiya Sosyal Demokrat Wîlly Brant ve hatibû formûlekirin,

Balkêşe ku heman polîtîka niha jî bi destê lîderekî din ê Sosyal Demokrat, serokwezîr Alman Olaf Scholz ve ji holê hat rakirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Serdagirtina Stêrk TVyê di medyaya flaman de cî girt

De Standaard di du nûçeyên xwe de ligel agahîyên teze yên li ser mijarê de …