Paramîlîtarîzm gef li Moskowê xwar

Krîza Wagner a çend roj in Rûsyayê girtibû nava lepên xwe, bi dawî bû.

Pêşîgirtina li şerekî muhtemel a naxweyî, bi însîyatîfa serokê Belarûsê Aleksander Lukaşenko pêk hat.

Di dawiyê de hate lihevkirin, Prîgojîn dawî li serhildana çekdarî bîne û biçe li Belarûsê bicî bibe.

Krîza Wagner a çend roj in Rûsyayê girtibû nava lepên xwe, bi dawî bû.

Ev jî îhtîmala pevçûna leşkerî ya di navbera çekdarên Wagnerê û Artêşa Rûsyayê de ji holê rakir.

Pêşîgirtina li şerekî muhtemel a naxweyî, bi însîyatîfa serokê Belarûsê Aleksander Lukaşenko pêk hat.

Lukaşenko ji bo çareserkirina krîzê bi saetan bi şefê Wagnerê Yevgenî Prîgojîn re muzakere meşand.

Di dawiyê de hate lihevkirin, Prîgojîn dawî li serhildana çekdarî bîne û biçe li Belarûsê bicî bibe.

Şefê Wagnerê Yevgenî Prîgojîn / Foto: Telegram

Di berdêla vê de, doza serhildana çekdarî ya li dijî Prîgojîn hatiye vekirin wê bidawî bibe.

Hukumeta Rûsyayê jî encamên muzakeyereyên di navbera Lûkaşenko û şefê Wagnerê de qebûl kir.

Moskow da xuyakirin, wê li hemberê leşkerên Wagnerê yên tevlî serhildanê bûne doz neyê vekirin.

Şefê Wagnerê Yevgenî Prîgojîn bi vîdyoyeke din peymana bi Lûkaşenko re qebûl kir û fermana vekişîna leşkerên xwe da.

Piştî vê, hêzên Wagnerê yên bajarê Rostovê dagir kiribûn û yên dabûn ser riya Moskowê vekişiyan.

Paşxaneya serhildana Wagnerê

25,000 çekdarên şîrketa ewlekariyê Wagner li Rûsyayê roja înê serî hildabû.

Şefê Wagnerê Prîgojîn diyar kiribû, armanca wan jikardûrxistina Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû ye.

25,000 çekdarên şîrketa ewlekariyê Wagner li Rûsyayê roja înê serî hildabû.

Şefê Wagnerê Prîgojîn diyar kiribû, armanca wan jikardûrxistina Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû ye.

Piştî vê, hêzên Wagnerê navenda Serfermandariya Hêzên Başûr ên Rûsyayê ku li bajarê Rostovê bû, dagir kiribûn.

Qismekî çekdar berê xwe dabûn aliyê Moskowê û bajarê Voronejê yê li ser paytextê dagir kiribûn.

Prîgojîn îdîa kiribû, hêzên wî bi serfirazî ber bi paytextê meşiyan e û 200 km nêzîkî Moskowê bûne.

Kurteagahî derbarê Wagnerê de

Wagner şîrketeke leşkerî ye ku ji bo berjewendiyên mîlîtarîzma Rûsyayê di 2014’an de derket holê.

Ew hêza paramîlîter ji aliyê karsaz Yevgenî Prîgojîn ku nêzîkî serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bû hate damezrandin.

Wagner di nava demê de hêza xwe xurt kir û hejmara endamên wê gihîşt 50,000’î.

Di destpêkê de bi qasî 1000 çekdarên Wagnerê hebûn.

Rostov û Voronej ji bo demek kurt ji aliyê Wagnerê ve hatin dagirkirin. Harîte: Twitter /Igor Sushko

Wagnerê di 2014-15’an de li rojhilatê Ûkraynayê alîkariya dagirkirina parêzgehên Luhansk û Donetskê kir.

Paşê çekdarên Wagnerê ji bo parastina berwendiyên Rûsyayê li Sûriye, Lîbya, Komara Navendî ya Afrîka, Libya û Maliyê hatin bicîkirin.

Wagner di nava demê de hêza xwe xurt kir û hejmara endamên wê gihîşt 50,000’î.

Şîrketa paramîlîter bi awayekî aktîf tevlî şerê li rojhilatê Ûkrayayê dibe û parastina erdên dagirkirî de roleke krîtîk pêk tîne.

—————

Foto: Çekdarên Wagnerê ku bajarê Rostovê dagir kiribûn / Bianet

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …