Tirkiyeyî û Kurdistanî koçî Almanyayê dikin

Rapor nîşan dide, di 7 mehên îsal de serlêdanên penaberiyê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gorî heman dema par bi rêjeye mezin zêdetir bûne.

Heta Tîrmehê de 23,674 kes serî li îltîcayê dane û ev rêje li gorî sala borî ji 78 ji % zêdetir bûye.

BAMF diyar dike, qebûlkirina daxwaza penaberiyê ya welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 15 ji % ye.

Kula penaberiyê ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ya ber bi welatên Ewrûpayê ve girantir dibe.

Îstatîstîkên Ofîsa Koçberî û Penaberan a Federal a Almanyayê (BAMF) nîşan didin, Tirkiye di warê serîlêdanan de welatê sêyemîn e.

Rapora dawî derbarê 7 mehên pêşî yên sala 2023’an de ye.

Rapor nîşan dide, di 7 mehên îsal de serlêdanên penaberiyê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gorî heman dema par bi rêjeye mezin zêdetir bûne.

Heta Tîrmehê de 23,674 kes serî li îltîcayê dane û ev rêje li gorî sala borî ji 78 ji % zêdetir bûye.

Di serlêdanan de welatiyên Sûriye, Afxanistan û Tirkiyeyê di serê lîsteyê de cî digirin.

Di 7 mehên îsal de bi giştî 188,967 kesan li Almanyayê serî li penaberiyê dane.

Bakur û parçeyên din

Di 7 mehên îsal de bi giştî 52,690 welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê serlêdana penaberiyê kirine.

Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi 7,113 serlêdanan çaremîn, Iraq û Başûrê Kurdistanê jî bi 7,167 serlêdanan di rêza pêncemîn de cih digirin.

Li gorî îstatîskan, di 7 mehên destpêka îsal de 23, 846 welatiyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo penaberiya li Almanyayê serlêdan kirine.

Heta niha di derbarê 12,174 serlêdanên penaberiyê yên ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de biryar hatine dayîn.

BAMF diyar dike, qebûlkirina daxwaza penaberiyê ya welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 15 ji % ye.

Ji îstatîstîkan diyar dibe, herî zêde xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê diçin Almanyayê.

Di 7 mehên îsal de bi giştî 52,690 welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê serlêdana penaberiyê kirine.

Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi 7,113 serlêdanan çaremîn, Iraq û Başûrê Kurdistanê jî bi 7,167 serlêdanan di rêza pêncemîn de cih digirin.

Navendên BAMF’ê yên bi karûbarê penaberiyê re eleqeder in. Kampên penaberan bi rengê mor hatine îşaretkirin. /Harîte: BAMF

BAMF serlêdanên Tirkan li gor serlêdanên Kurdên ji Tirkiye’yê 6 car zêdetir qebûl dike.

Di sala 2022’an de li derdora 16,000 welatiyên Tirkiyeyê li Almanyayê serî li mafê penaberiyê dabûn.

Par derketibû holê, Almanya di warê bersiva daxwazên penaberiyê de di navbera Tirk û Kurdan de cudaxwaziyê dike.

Hatibû ragihandin, BAMF serlêdanên Tirkan li gor serlêdanên Kurdên ji Tirkiye’yê 6 car zêdetir qebûl dike.

Infowelat

Foto: Alên Almanya û Tirkiyeyê. /Çavkanî: Gerçeknews.com 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …