Federalîzm û Reveberîya Xwecîhî

Forûma Federasyonan (Forum of Federations) li ser demokrasîya xwecîhî berhekemeka din weşand.

Di vê berhemê de 16 welatên xwedî sîstema federal û welatên nêzîkî sîstema federal cî digirin.

Forûma Federasyonan (Forum of Federations) li ser demokrasîya xwecîhî berhemeka din weşand.

Pirtûka bi navê Kitêboka Forûma Federasyonan a Rêveberîya Xwecîhî ya Sîstema Federal ji 641 rûpelan pêk tê.

Di vê berhemê de 16 welatên xwedî sîstema federal û welatên nêzîkî sîstema federal cî digirin.

Rêxistina Forûma Federasyonan ji destpêkê ve hebûna rêvebirîyên xwecîhî ji bo civaka demokratîk girîng dihesibîne.

Loma jî bi vê xebata berfireh rêxistin dixwaze vê mijarê bêtir têxe rojeva cîhanê.

Pirtûk hem zanînên akademîsyenan hem jî pratîka federalîzmê ya di vê mijarê de anîye cem hev.

Dahatên şaredarîyan, transferên fînansî yên federal ên dikevin destên şaredarîyan û pergala rêveberîyên xwecî sê mijarên sereke yên vê pirtûkê ne.

Welatên di vê pirtûkê de bi berfirehî ji aliyê rêveberîyên xwecîhî ve li ser van lêkolîn hatine kirin ev in:

Almanya, Afrîkaya Başûr, Arjantîn, Awusralya, Awusturya, Brazîl, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Etîyopya, Hîndistan, Îspanya, Meksîka, Nepal û Nîjerya.

Kurtedîroka Forûma Federasyonan

Rêxistina Forûma Fedearasyonan di 1999an de di konferansa li ser federalîzmê ya li eyaleta Quebecê ya Kanadayê hat damezrandin.

Forûma Federasyonan rêxistineke navdewletî ye ku li ser meseleya federalîzmê lêkolînan diweşîne û bernameyan li dar dixe.

Rêxistin di 1999an de di konferansa li ser federalîzmê ya li eyaleta Quebecê ya Kanadayê hat damezrandin.

Piştî konferansê, li Swîsre, Belçîka, Hîndistan û Etiyopyayê konferansên din hatin lidarxistin.

Di 2005an de, Awustralya, Brazîl, Etîyopya, Almanya, Hîndistan, Meksika, Nîjerya û Pakistan bi rêxistinê re peymana endamtiyê îmze kirin.

Bi vî awayî forûm berfireh bû û bi rêxistina herî naskirî ya welatên federal ên cîhanê.

Foto: Kitêboka Forûma Federasyonan a Rêveberîya Xwecîhî ya Sîstema Federal/Forumfed.org

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …