Li Abhazyayê mafên ziman tên binpêkirin

 Li herêma Galî ya Abhazyayê êdî wê di dibistanên seretayî de perwerdeya bi zimanê gurcî neyê kirin. Rêvebiriya Abhazyayê ku bi awayekî yekalî ji Gurcîstanê veqetiyaye, biryar da ku di dewsa gurcî de bi zimanê rûsî perwerde bê kirin.

Rûniştvanên herêma Galî ya li başûrêrojhilatê Abhazyayê mîngrel in û vê komê zaravayekî gurcî diaxive. Di şerê Gurcîstan-Abhazyayê ya di destpêka 1990’an de Abhazya ji Gurcîstanê veqetiya û Galî ket bin kontrola rêvebiriya Abhazyayê. Rêvebiriya nû welatiyên Abhazyayê yên gurcî qewirand û lê destûr da ku mîngrel di ciyê xwe de bimînin û perwerdeya bi zimanê gurcî bidomînin.

Di 2007’an de hikumeta Abhazyayê Qanûna Zimanê Dewletê ya Abhazyayê qebûl kir. Di xala 2’yemîn a vê qanûnê de hat diyarkirin ku abhazî ligel rûsî zimanê fermî yê dewletê ye. Di 2015’an de jî hat diyarkirin ku wê ji bilî dersa Ziman û Wêjeya Gurcî dibistanên seretayî yê li Galiyê derbasî perwerdeya bi rûsî bibin. Biryar di sala perwerdeya 2015-16’an de li dibistanên herêmê kete meriyetê.

Bi vê polîtîkaya nû ya ziman tê xwestin ku tesîra çand û zimanê gurcî yê li Abhazyayê bê tunekirin. Ji ber ku mamosteyên bi zimanê abhazî perwerdeyê bidin kêm in, perwerdeya bi  rûsî wekî çareseriyeke demî tê dayîn. Di dawiya vê pêvajoyê de armanc derbasbûna perwerdeya bi abhazî ye.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …