POLÎTÎKA YAN POLÎTÎZASYONA ZIMAN?

 

 

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak demeke berê di nûçeyeke di NTV’ê de hat weşandin got ku nezaniya wê ya kurdî gelekî hatiye bikaranîn û ev mijar “ne ji bo wê û ne jî ji bo gelê kurd ne xwedî qîmeteke siyasî ye.” Li ser van gotinan bi taybetî di medyaya sosyal de hin nîqaş hatin meşandin. Gotinen Kişanak û rexneyên li dijî wê carekê din pêdiviya bi polîtîkaya ziman û xetera polîtîzasyona li ser bingehê ziman pêk tê, derxist holê.
Ziman yek ji rûmetên herî girîng ê civakekê ye ku divê hemû hêz û komên civakî bêyî ku ji bo berjewendiyên xwe bikin alaveke polîtîk, li dorê werin cem hev. Polîtîkayeke ziman a ku bi konsensûseke berfireh a civakî tê amadekirin çarçoveya vê yekitiya ku li dora meseleya ziman pêk tê, amade dike. Vegera ji vê polîtîkayê, lawazkirin û hemû hewldanên li dijî wê, bi hêsanî dikare bê rexnekirin.
Li cîhanê di warê amadekirina polîtîkaya ziman de tecrûbeyên gelekî zengîn hene. Her wiha di warê pêknehatina konsensuseke berfireh a vê meseleyê de hin tecrûbe derketine holê. Dema mirov li tecrûbeyên welatên cuda dinêre bi hêsanî dikare bêje ku di piraniya mînakan de polîtîkayên ziman di çarçoveyeke hiqûqî de pêk hatine. Wekî mînak, li Katalonyayê û Welatê Baskê bi qanûnên normalkirina ziman ên di 1983 û 1986’an de ku yên hikûmetên herêmî û li herêma Galê ya li Brîtanyayê piştî Qanûna Zimanê Gal a ku ji aliyê dewletê ve hatiye qebûlkirin, polîtîkaya ziman a ji bo katalanî, baskî û galî zelal bûye.
Ev her sê mînak nîşan didin ku polîtîkayeke ziman a ji bo gelek herêman bi statuya polîtîk ve girêdayî ye. Tunebûna statuyeke wiha ji bo kurdan gelo tê vê wateye ku em nikarin di vê meseleyê de xwe tev bidin? Bê guman na. Dema parazvanên baskî yên di bin dîktatoriya Franko de dibistanên baskî yên derveyê sîstemê vekirin li benda statuyê nesekinîn, dema li Galê meclisa şaredariya Gywneddê zimanê galî kir zimanê ferz ê xebata navxweyî ya şaredariyê dizanîbû ku ev yek cara pêşî ye li ser erda Brîtanyayê pêk tê û ji bo vê li benda qanûna ziman nesekinî. Rewşa me ya heyî  ji rewşa gelek civakên bê statu baştir xuya dike. Li welat li derdora sed şaredarî di destên tevgera siyasî ya kurd de ye ku bi milyonan kes di nava sînorên van şaredariyan de dijî.
Hişmendiya etnîk û polîtîk di asteke bilind de ye ku êdî li Tirkiyeyê rojevê diyar dike. Lewma dikare bê gotin ku gelek xebatên ku beriya statuyeke polîtîk an gavên ji bo ziman bên avêtin dikarin bên avêtin. Di nûçeya NTV’ê de hat diyarkirin ku ji % 98’ê xebatkarên   Şaredariya Mezin a Amedê  bi kurdî dizanin.
Wê demê em hîn li benda çi ne ku kurdî bikin zimanê xebatê yê şaredariyê? Di dewsa ku em mijarê polîtîze bikin û li ser wê ji hev veqetin divê em li ser naverok û gavên destpêkê yên polîtîkaya ziman bisekinin.

Necat AYAZ

Azadiya Welat – 03.04.2015

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Konseya Cornwallê: Zimanê kernewek biparêzin

Konseya Cornwallê di 10. salvegera naskirina ziman a di bin Peymana Çarçove ya Parastina Kêmarên …