Skotland, Welatê Galê û bakurê Îrlandayê ji bo self-determînasyonê bûn yek

Cara yekem e di dîroka Brîtanyayê de ku hikumetên neteweperest ên Skotland, Welatê Galê û bakurê Îrlandayê li hemberî navendparêzîya hikumeta li Londonê hatin cem hev. Lîderên her sê welatan bi deklarasyoneke hevpar daxwaz kirin ku mafê çarenûsî, referandum û guherîna destûrî bikeve bin kontrola gelên wan.

Rêberên partîyên neteweperest ên Skotland, Welatê Galê û Bakurê Îrlandayê di 13 û 14ê îlonê de li bajarê Cardiffê dihatin cem hev û Memorandûma Famkirinê (Memorandum of Understanding) îmze kirin. Armanca vê peymanê, di warê daxwaza mafê çarenûsîya demokratîk de xurtkirina hevkarîya di navbera her sê neteweyan de ye. Dokumena hevpar ji aliyê serokwezîrê Skotlandê û serokê SNP’yê John Swinney, serokwezîrê Welatê Galê û lîderê Plaid Cymru Rhun ap Iorwerth, cîgira serokê Sinn Feinê û serokwezîra bakurê Îrlandayê Michelle O’Neill û seroka Sinn Fein Mary Lou McDonald ve hat îmzekirin.

Xalên sereke yên belgeyê

Di Memorandûma Famkirinê de tê destnîşankirin ku mafê dîyarkirina siberoja xwe mafekî neguherbar e û tu mafê hikumeta Westminsterê tune ye ku vê pêvajoya demokratîk asteng bike. Lîderan bal kişandin ser guherîna dîrokî ku cara yekem e her sê serokwezîr piştgirîyê didin serxwebûna ji Qraliyeta Yekbûyî (UK) Tevî ku rêyên wan ên destûrî cuda bin jî —Skotland û Welatê Galê daxwaza serxwebûnê, Sinn Fein jî yekbûna Îrlandayê dike— her alî bi rêya xwe û di dema xwe de biryarê bide. Di belgeyê de bang li hikûmeta brîtanî tê kirin ku rê li ber guherînên destûrî hêsan bike û tê dîyarkirin ku wê her sê alî di qadên aborîyê enerjîya nûjenbar û xurtkirina têkilîyên bi Yekitîya Ewrûpayê re hevkarîyê bike.

Hevkarîya li ser bingeha wekhevîyê

Lîderan dîyar kirin ku sîstema navendî ya Westminsterê gihîştîye asteke krîtîk û destnîşan kirin ku reformên destûrî pêwîst in. Deklarasyonê balê dikişîne ser avakirina têkilîyeke nû ku li ser bingeha wekhevî, rêzgirtina dualî û hevkarîya demokratîk be.

Peymana li Cardiffê hat îmzekirin di dîroka Brîtanyayê de xwedî giringîyeke taybet e. Ev yekem car e ku li Skotland, Welatê Galê û bakurê Îrlandayê di heman demê de hikûmet di destê lîderên serxwebûnxwazan de ne. Tevî ku rêyên wan ên destûrî ji hev cuda bin jî, her sê alî hemfikir in ku divê siberoja gelekî di bin ambargo û astengîyên sîyasî yên Westminsterê de nemîne.

————————————-

Foto: Alên Skotland, Welatê Galê û Bakurê Îrlandayê

Ev gotar cara ewil di jimara 53yemîn a e- kovara Kurdistanê de hatîye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Nexşe û ala Skotlandê

Skotland: Di navbera otonomîya asîmetrîk û serxwebûnê  de

📌 PROFÎL: NASNAMEYA WELÊT Nifûs: 5.550.000 (2024) Zimanên Fermî: Îngilîzî (96,8%), skotî (1,9%), galîkî (1,3%) …