Meşa serxwebûnê ya li Welatê Galê

4,000 kes roja înê li bajarê Carmarthenê bi armanca self-determînasyonê meşîyan.

Şîrketên rapirsîyê radigihînin, li Welatê Galê desteka ji bo serxwebûnê gihîştî ye ji % 36an.

Welatê Gal sal bi sal ji bo serxwebûnê dengê xwe bilindtir dike.

4,000 kes roja înê li bajarê Carmarthenê bi armanca self-determînasyonê meşîyan.

Wekî berê, meşa dawî ji alîyê însîyatîfa Yes Cymru and All Under One Banner Cymru ve hat lidarxistin.

Serokê însîyatîfê Dylan Phillips ji bo meşê dîtinên xwe wiha îfade kirin:

“Divê em li paş xwe nenêrin lê ji bo Welatê Gal ê bêtîr xwedî edaleta civakî, bêtir dewlemend û bêtir azad divê em li pêşîya xwe binêrin.”

Partîya Plaid Cymru tekane hêza sîyasî ye ku serxwebûna Welatê Galê daxwaz dike.

Herçî Partîya Lîberal Demokrat e, dixwaze Brîtanya bibe welatekî federal û erkên Welatê Galê bên zêdekirin.

Ji sala 2019an û şûn ve tevgera serxwebûnê çalakîyan li dar dixe.

Berî niha, li  Caernarfon, Merthyr, Wrexham, Bangor, Swansea û Cardifê meşên ji bo serxwebûnê hatibûn lidarxistin.

Şîrketên rapirsîyê radigihînin, li Welatê Galê desteka ji bo serxwebûnê gihîştî ye ji % 36an.

Statuya Welatê Galê

Welatê Gal (bi galî Cymru) herêmeke xweser a li rojavayêbaşûrê Brîtanyayê ve ye.

Welatê Gal herêmeke otonom a Brîtanyayê ye ku nifûsa wê di ser 3 mîlyonî re ye/Wikipedia

Brîtanya di 1999an de statuya otonomîyê da vî welatî.

Bi vê statuyê re parlamentoya herêmî Senedd hat avakirin.

Senedd ji 60 wekîlên pêk tê û di vê parlamentoyê de partiya serxwebûnxwaz Plaid Cymru xwedî 12 wekîlan e.

———————————————-

Foto: Dîmeneke ji meşa ji bo serxwebûnê ya li Welatê Galê (Lluniau Lleucu/Walesonline) 

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Beledîyeyên Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê hatin desteser kirin

Dewleta tirk îro Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredarîya Batmanê û Şaredarîya Xelfetîyê ku navçeyeke …