“La Bressola, tora dibistanên immersîf ên zimanê katalanî li bakurê Katalonyayê di 16ê îlona 2026an de 50 salîya xwe pîroz kir. Projeya avakirina van dibistanan di 1976an de bi 7 zarokan dest pê kir. Îro tora La Bressolayê ji 9 navend û zêdetirî 1000 xwendekaran pêk tê.”
La Bressola, tora dibistanên immersîf ên zimanê katalanî li bakurê Katalonyayê, di 16ê îlona 2026an de 50 salîya xwe pîroz kir. Projeya avakirina van dibistanan di sala 1976an de bi 7 zarokan dest pê kir. Îro tora La Bressolayê ji 9 navendan û zêdetirî 1000 xwendekaran pêk tê.
Di 16ê îlona 2026an de li Qesra Qralên Mayorkayê ya li bajarê Perpinyayê (Perpignan) ê li Bakurê Katalonyayê, şahîya 50 salîya La Bressolayê hat lidarxistin. Nêzîkî 300 kesî, ku di nava wan de nûnerên sazîyên Bakur û Başûrê Katalonyayê, şaredar, endamên rêveberîya La Bressola û Amics de La Bressola, malbat, xwendekar û mamosteyên berê hebûn, tevlî şahiyê bûn. Komele û tora dibistanên immersîf ên La Bressolayê ku perwerdeya bi katalanî tê de tê dayîn, di şert û mercên dijwar ên asîmîlasyona fransî de hatin damezrandin.
Di gulana 1976an de komeleya La Bressola hate damezrandin. Wê ji modela dibistanên Baskî yên li bakurê Herêma Baskê (Seaska) îlhama xwe girt. Di 16ê îlona 1976an de yekemîn dibistan li bajarê Perpinyayê bi 7 xwendekaran derîyên xwe vekirin. Salek paşê, di 1977an de, dibistana duyemîn li Nyilsê hate vekirin. Ev dibistan di avahîyeke kevn a şaredarîyê de, di nav mêrg û rezan de bû ku derfet dida zarokan da ku xwezayê nas bikin. Alîkarîya Şaredarîya Pontella-Nyilsê têrî her du dibistanan nedikir, lewma La Bressolayê bi rêya konser, şahî û çalakîyên din ên hevkarîyê hebûna xwe domand.
Greva birçûbûnê: 1995
Di sala 1981ê de danûstandinên bi dewleta Fransayê re dest pê kirin, lê di 1982an de Konseya Giştî (Conseil Général) a dewletê red kir ku alîkarîyê bidomîne. Rêveberîya dibistanan di 12ê kanûna paşîn de li Perpinyayê dest bi greva birçîbûnê kir. Çend sal paşê dewleta Fransayê daxwaza alîkarîyê ya ji bo dibistanan qebûl kir.
Di 1986an de hikûmeta Fransayê pêşnîyar kir ku La Bressola bikeve nav pergala perwerdeya giştî, lê guherîna hukumetê (Chirac) ev pêvajo asteng kir û hikûmeta nû pêşnîyar kir ku 50%yê perwerdeya La Bressolayê divê bi fransî be. Di 1987an de alîkarîya fînansî ya fermî hat qutkirin û ji ber wê jî mamoste ji kar hatin derxistin. Tevî vê yekê, mamosteyan bi meaşê bêkarîyê û bi dilxwazî karên xwe domandin. Di 1988an de hikûmetê ji nû ve dest bi alîkarîyê kir û di salên 1990 û 1995an de peymanên nû bi hikûmetê re hatin îmzekirin.
Amics de La Bressola û piştgirî
Li aliyekî din, ji bo fînansekirina dibistanan komeleya “Amics de La Bressola” hate damezrandin. Bi pêşengîya senator Francesc Ferrer i Girones, zêdetirî 170 beledîye û sazîyên sereke yên li Herêma Otonom a Katalonyayê piştgirî dan La Bressolayê. Alîkarîya salane ya herî mezin a ji Katalonyayê ji Generalitata Katalonyayê tê. Her wiha, hikûmeta Balearê, Parêzgeha Gironayê, Parêzgeha Barselonayê û gelek beledîye alîkarîyê didin vê tora perwerdeya bi katalanî.
Rewşa îro
Îro La Bressola xwedîyê 9 dibistanan e (7 dibistan + 2 kolej) û li derdora 1100 zarokî li van dibistanên li 7 beledîyên li Bakurê Katalonyayê perwerdeyê dibînin. Şaredariyên ku dibistan lê hatine damezrandin ev in: Perpinya, Nyils, Prada, El Soler, Sant Esteve, Pesillà û Canet de Rosselló. Di van salên dawî de ji ber zêdebûna daxwazê, pêdivî bi vekirina dibistanên nû û berfirehkirina yên heyî heye. La Bressola îro wekî yek ji sazîyên herî naskirî yên perwerdeya immersîf, çandî û civakî ya welat tê dîtin. Ev 50 sal nîşan didin ku têkoşîna zimanî, dema bi biryardarî bê meşandin, dikare bi ser keve.
————————————
Foto: Dibistaneke bi ser La Bressolayê ve
Ev gotar cara ewil di jimara 53yemîn a e- kovara Kurdistanê de hatîye weşandin.
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat