Gotarên Têkildar
Lîderên sîyasî, sazî û aktîvîstên ziman bi daxwaza parastina zimanê galîsî li Galîsyayê di meşeke girseyî de hatin cem hev. Meş bi boneya Roja Edebîyata Galîsî de pêk hat û ji alîyê Queremos Gallego ve hat lidarxistin.
Bi hezaran welatîyên Galîsyayê ji bo parastina zimanê galîsî li bajarê Santiago de Compostelayê meşîyan. Çalakîya girseyî wekî hersal di Roja Edebîyara Galîsî de hat lidarxistin ji alîtê însîyatîfa ziman Queremos Gallegos (Em galîsî dixwazin) hat birêxistinkirin.
Berîya meş dest pê bike, lîdera BNGê (Partîya Netewperwer a Galîsyayê) Ana Ponton di axaftina xwe de got “em bi hebûna zimanê xwe serbilind in” û da zanîn, ziman Galîsyayê bi cîhana bi zimanê portûgalî ve girê dide.
Ponton da zanîn, piştî 17 salên polîtîkayên dijminahîyê yên rêveberîya PPyê (Partîya Gel) ew niha di “qonaxeke krîtîk” de ne. Sîyasetmedara Galîsyayê got, rêveberîya herêmî bi polîtîkaya xwe ya pirzimanî dixwaze galîsî paş ve biçe.
Sekreterê-Giştî yê Tevgera Sumarê Paulo Carlos Lopez jî ku tevlî çalakîyê bû dîtinên xwe yên ji bo parastina ziman îfade kirin. Lopez got, ji biryara derbarê zimanên herêmî a sala 2010an û vir ve hejmara kesên bi galîsî diaxivin kêm dibin. Lopez ji bo vê rewşê Xuntayê (rêveberîya herêmî ya Galîsyayê) sûcdar kir û banga betalkirina biryara zimanên herêmî kir.
Herwiha, lîderê Sumarê bang li kesên ciwan kir ku di jîyana xwe ya rojana de û di qada hilberîna dîjîtal de bêtir galîsî bi kar bînin.
Zimanê galîsî
Galîsî ku wekî ”Galego” tê pênasekirin, zimanekî nêzîkî Portûgalî ye. Heta sedsala 13. portûgalî û galîsî yek ziman bûn û paşê ji ber sebebên dîrokî û siyasî portûgaliya li herêmê veguherî ye galîsî.
Li gorî daneyên berê yên Herêma Otonom a Galîsyayê, ji 2.8 milyon kesên li herêmê dijîn, 2.2 milyon kes dikaribûn bi zimanê Galîsî diaxivîn. Saziya Statîstîkê ya Îspanyayê (INE) di sala 2021an de ragihand, êdî li Galîsyayê herî zêde îspanyolî tê axaftin. Tevgera zimanê galîsî dide zanîn, gav bi gav axaftina galîsî ya li herêmê kêm dibe û îspanyolî dewsa galîsî digire.
Foto: Meşa ziman a li Galîsyayê/Foto: Nos Diario
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat