Nuqteyên giring
Welatîyên Swîsreyê roja yekşemê ji bo referandûmekê diçin ser sindoqan
Mijarên dengdanê leşkerîya ferz û zêdekirina baca dewlemendan e
Însîyatîfa yekemîn: Tê pêşnîyazkirin, di dewsa leşkerîya ferz de ciwan karekî ji bo xêra civakê bikin.
Însîyatîfa duyemîn: Tê pêşnîyazkirin, baca mîrasa di ser 50 mîlyon frankî re bibe ji % 50.
Swîsre roja yekşemê ji bo referandûmekê diçe ser sindoqan. Du pêşnîyazên giring, mijara dengdana neteweyî ne ku di demên dawî de di rojevê de ne. Yek ji van, di derbarê betalkirina leşkerîya ferz e de ye. Alîgirên vê însîyatîfê dixwazin, di dewsa leşkerîya ferz de ciwan karekî ji bo xêra civakê bikin. Parazvanên însîyatîfê dibêjin, pêkanîna karekî bi vî rengî wê hebûna kolektîf a civakê pêş bixe.
Lêbelê Federasyona Sendîkayên Swîsreyê ji ber wekkevîya zayendî li hemberî vê pêşnîyazê derdikeve.Federasyon dide zanîn, karê ferz a civakî wê bibe sebeb, xizmeta bê pere ya jinê hîn bêtir zêde bibe.
Zêdekirina baca mîrasa di ser 50 milyon frankî re ye
Pêşnîyaza duyemîn a di referandûmê de mijara dengdanê ye, meseleya bacê ye. Alîgirên însîyatîfê dixwazin, baca mîrasa di ser 50 mîlyon frankî re bibe ji % 50. Bi saya baca tê pêşnîyazkirin, salane 6 milyar frank dikare bê berhevkirin. Ev dahata mezin wê ji bo transformasyona ekolojîk a Swîsreyê bê bikaranîn.
Hikumet û Parlamentoya Swîsreyê ji welatîyan daxwaz dikin herdu însîyatîfan red bike. Li gorî sîyaseta serdest a Swîsreyê, betalkirina leşkerîya ferz û baca ji bo dewlemendan wê mesrefên dewletê girantir bike. Rapirsîyên derbarê encama referandûmê de nîşan didin, wê herdu însîyatîf jî bên redkirin.
Swîsre û demokrasîya rasterast
Swîsre derfetê dide welatîyên xwe ku di derbarê meseleyên neteweyî de bibin xwedî gotin. Ev sîstem, wekî demokrasiya dîrekt (rasterast) tê pênasekirin ku bingeha wê referandûm in. Demokrasîya dîrekt ji 3 cûreyên referandûman pêk tê:
- Pergala referandûmê ji referandûmên ferz û ji yên dilxwazî pêk tê.Referandûmên ferz, piştî qanûn ji aliyê parlamentoyê derbas dibin tên lidarxistin.
- Cureya duyemîn a referandûmê, bi însîyatîfên welatiyan tên lidarxistin.Eger komeke welatîyan di nava 100 rojan de 50,000 îmze berhev bikin, ji bo qanûneke heyî referandûm dikare bê lidarxistin.
- Cûreya sêyemîn a referandûmê destûrê dide ku welatî ji bo pêşniyazkirina qanûnekê, însîyatîfa referandûmê bidin destpêkirin. Eger komeke herî kêm ji heft kesan pêk tê di nava 18 mehan de 100,000 îmze berhev bike, ji bo pêşniyaza însîyatîfê referandûmeke neteweyî tê lidarxistin. Ji bo referandûmên kantonan û belediyeyan li gorî nifûsa wan hejmareke hîn kêmtir deng pêwîst in.
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat