Welatên Ewrûpayê bi Îranê hevdîtinê dikin

Wezîrên karên derve yên Fransa, Almanya û Brîtanyayê bi Îranê re li Swîsreyê dicivin.

Welatên ewrûpî dixwazin di civîna li Cenevê de meseleya nukleerê ya Îranê çareser bikin.

Bi vê jî armanc ev e, berîya şer belavî herêmê bibe an rejîma Îranê hilweşe alozîyê bidawî bikin.

Ewrûpa ji bo bidawîkirina şerê Îsraîl û Îranê dest bi hewldanan dike.

Pêşengîya vê hewldana dîplomasîyê ji alîyê Fransa, Almanya û Brîtanyayê ve tê kirin.

Wezîrên her sê welatan wê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî re li Swîsreyê civînekê li dar bîxîn.

Welatên ewrûpî dixwazin bi vê civînê meseleya nukleerê ya Îranê çareser bikin.

Eger Îran di meseleyê de paş ve gav bavêje wê hewldana Ewrûpayê ya ji bo bidakîrîna alozîya dawî pêş de biçe.

Yekitîya Ewrûpayê bi taybetî ji hilweşîna rejîma Îranê fikaran dike.

Fikara mezin ev e, eger rejîm hilweşe wê Îran parçe bibe û ev ê jî bêîstîkrarîya I Rojhilata Navîn derxe asta herî bilind.

Îran bi 90 milyon nifûsa xwe piştî Misirê welatê herî mezin ê herêmê ye.

Bi hilweşîna rejîmê an şerekî navxweyî îhtimala pêleke mezin a penaberîyê ya ber bi Ewrûpayê mezin dibe.

Amerîka û şerê herêmî

Tirseke din a mezin, beşdarîya Amerîkayê ya şerê Îsraîl-Îranê ye.

Trump di daxuyanîya xwe ya dawî de got, Amerîka wê di navbera çend rojan de biryarekê bide.

Bi beşdarîya Amerîkayê û bi êrişên Îranê yên bi ser baregehên Amerîkayê wê şer belavî welatên din ên Rojhilata Navîn bibe.

Loma jî welatên Ewrûpayê ji bo çareserîyeke dîplomatîk dilezînin.

Infowelat

—————————————-

Foto: Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Gelên Fransayê federalîzmê dixwazin

Gelên Fransayê nema modela jakoben a terîtoryal qebûl dikin. 73 ji % gelên li Fransayê …