Selahattîn Demirtaş: Paşnavê me Tirkîye ye

Serokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş bi sernavê “Dem dema wêrekiyê ye, ne dema dijminatiyê ye” daxuyanîyekê weşand.

Demirtaş di daxuyanîya xwe de banga parastina dewleta tirk kir û êrişa li hember Îranê bi gotina “emperyalîst” rexne kir.

Gotinên Demirtaş di medyaya sosyal de rastî rexne û êrişên giran hatin.

Demirtaş bi daxuyanîyeke di Xê de hat weşandin, xal bi xal rewşa heyî ya li Tirkîye û Rojhilata Navîn nirxand.

Demirtaş destekê da proseya di navbera Abdulah Ocalan û dewleta tirk de tê meşandin.

Alîyê herî balkêş ê gotinên Demirtaş di derbarê krîza li Rojhilata Navîn û pêşnîyaza wî ya ji bo polîtîka kurdan a ji bo vê meselyê bû.

Lîderê berê yê HDPê midaxaleya li hemberê Îranê bi tundî rexne kir û ji bo kesên daxwaza hilweşandina Îranê dikin got, “maceraperest û wê karestê bînin.”

Demirtaş sebeba vê sekna xwe bi karaktera “emperyalîzmê” ve girê da û got, “emperyalîzm heta ku hezar tişt bidest nexe, tiştekî nade.”

Bi van gotinan Demirtaş bi eşkereyî parastina statukoya heyî ya li Rojhilata Navîn ê Îranê pêşnîyaz kir.

Tevlî van tesbîtan jî, gotinên herî sosret ên Demirtaş di derbarê kurdan ê dewleta tirk de bûn.

Demirtaş di xala 4an a daxuyanîyê de bi van gotinan banga parastina Tirkîyeyê li kurdan û hemû kesan kir:

“Madem paşnavê me Tirkîye ye, wê demê ez bang dikim li dora paşnavê me bibin yek û berpirsîyê bigirin.”

Bi vî awayî, Selahattîn Demirtaş bi zelalî banga parastina yekitîya Tirkîyeyê kir.

Demirtaş berê çi gotibû?

Demirtaş berî niha salekê di Doza Kobanê de parastina Kurdistanê kiribû.

Hin axaftinên Demirtaş ên di dadgehê de wiha bûn:

  • “Gelek heval dibêjin, Demîrtaş dest bi gotina ‘Kurd û Kurdistanê’ kir.”
  • “Ji ber gotina ‘Kurd û Kurdistan’ ez têm darizandin jixwe.”
  • “Ev nêzîkî 20 sal in ez di nav siyasetê de me. Axaftina min a li ser Kurd û Kurdistanê bûye mijara sûcdarkirinê.”
  • “Min behsa Somayê jî kir. Çima doz nehat vekirin? Ji ber ku di naveroka axaftina min de kurd nîn e.”
  • “Dixwazin rastiya Kurd û Kurdistanê were mahkûm kirin.*Ez Kurd im, welatê min Kurdistan e, her du nasnameyên min rûmeta min in, kes nikare vê binirxîne.”

Infowelat

—————————————-

Foto: Selahattîn Demirtaş 

Selahattîn Demîrtaş xwest çi bibêje?

infowelat.com

Li vê jî binêre

Mehmet Ocalan meselaya ziman bir Îmralîyê

”Texmîn dikim we sond xwariye kelîmekî bi kurdî hûn bi hev re napeyivine. Serok vê …