Îspanyaya li hember daxwaza NATOyê ya jinûvebiçekbûna di asta bilind de red kir.
Pedro Sanchez got, hedefa terxankirina 5 ji % Hilberîna Ne-Safî ya Navmalî (HNN) ya ji bo mesrefên leşkerî ne “maqûl”e.
Mîlîtarîzyona Yekitîya Ewrûpayê ya li parzemînê rastî welatên endam tên.
Welatên ku berî niha bêdeng diman, êdî gav bi gav îhtirazên xwe bilind dikin.
Îspanyaya ku ji vê rewşê ji mêj ve ye ne razî ye, eşkere li hember daxwaza NATOyê reaksîyon nîşan da.
Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez got, hedefa terxankirina 5 ji % Hilberîna Ne-Safî ya Navmalî (HNN) ya ji bo mesrefên leşkerî ne “maqûl”e.
Sanchex wiha axivî: “Mafê rewa ya her hikumetê heye ku derbarê vê fedekarîyê bike an na. Wekî endamekî serwer, me biryar da em nekin.”
Îspanya 1.3 ji % ya Hilberîna Ne-Safî ya Navmalî ji bo mesrefên leşkerî terxan dike.
Lêbelê welêt qebûl dike, 2 ji % butçeya xwe ji bo artêşê veqetîne.
Tê texmînkirin, îhtiraza Îspanyayê wê mixalefeta li hember hedefa mîlîtarîzasyona di asta heî bilind a NATOyê xurtir bike.
Portûgal, Belçîka û Îtalya jî wekî Îspanyayê qismeke biçûk a butçeya xwe ji bo artêşê mesref dikin.
Ev welat jî naxwazin zûbizû hedefa 5 ji % ya NATOyê qebûl bikin.
Trump pêşniyaz kiribû
Terxankirina 5 ji % Hilberîna Ne-Safî ya Navmalî (HNN) ji bo ji bo lêçûyînên leşkerî ji alîyê Trump ve hatibê pêşnîyaz kirin.
Şefê NATOyê Marc Rutte ji bo vê hedefê bi welatên endam bide qebûlkirin, bi mehane di nava hewldanan de ye.
Bi îhtiraza Îspanyayê, tifaqa welatên endam a di vê mijarê de bi rîskeke mezin re rû bi rû dimîne.
Infowelat
——————————————
Foto: Ala Îspanyayê