Aboriya Katalonyayê mezin dibe

Hilberîna Navxweyî ya Tomerî  Katalonyayê ne tenê ji Îspanyayê lêbelê ji gelek welatên Yekitiya Ewrûpayê jî baştir e.

Idescatê diyar kir, Hilberîna Navxweyî ya Tomerî  ya Katalonyayê di 2023’an de % 2.6 mezin bûye.

Aboriya Katalonyayê ji Îspanyayê zêdetir pêş dikeve.

Agahiya derbarê mijarê de ji aliyê Saziya Statîstîkê ya Katalan Idescatê ve hat ragihandin.

Idescatê diyar kir, Hilberîna Navxweyî ya Tomerî  Katalonyayê di 2023’an de % 2.6 mezin bûye.

Ev jî ji ji dehan yek ji rêjeya mezinbûna aboriya Îspanyayê zêdetir e.

Hilberîna Navxweyî ya Tomerî  Katalonyayê ne tenê ji Îspanyayê lêbelê ji gelek welatên Yekitiya Ewrûpayê jî baştir e.

Hilberîna Navxweyî ya Tomerî li Fransayê ji % 0.9, li Îtalyayê ji % 0.7 û li Almanyayê ji % -0.3 e.

Tevî rewşa nebaş a giştî ya aboriya Ewrûpayê jî, aboriya Katalonyayê di 2022’an de ji % 3,5 mezin bûbû.

Sebebên pêşketina aboriyê

Çavkaniyên katalan radigihînin, sebeba herî li pêş a pêşketina aboriyê, zêdebûna hilberîn û firotina wesayitên bi motor in.

Herwiha,  endustriyên kîmyewî û yên dermanan jî du sektorên din in ku hilberîneke baş kirine.

Sektorên din avahîsazî, hatûçûn, xizmetên hatûçûna hewayî û lêkolînên zanistî ne ku par çalakbûna xwe domandî ne.

Daneyeke din a hêvîdêr a derbarê aboriya Katalonyayê de mezinbûna rêjeya îstihdamê ye.

Di 2023’an de îstihdam li Katalonyayê ji % 5.6 mezin bûye.

Ev dane ji bo Îspanyayê ji % 3.8 e.

Infowelat

————————————-

Foto: Paytexta Katalonyayê Barselona û ala katalan /Catalonia.com 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Vietnam di 1954an de bû welatekî serbixwe

Di 7ê gulana 1954an de şervanên vietnamî artêşa fransî têk birin. Serkeftina leşkerî derî li …