Belçîka statuya penaberiyê da 756 kesan

Ofîsa Komîseriya Giştî ya Penaber û Bêwelatiyan a Belçîkayê ye (CGRA) ragihand, di Çileyê de 2,785 kes serî li mafê penaberiyê dane.

Daxwaza îltîcayê ya 1064 kesan hatiye redkirin û bi tenê mafê penaberiyê ya 756 kesan hatiye naskirin.

Belçîka îstatîstîkên penaberiyê yên ji bo meha Çileyê weşandin.

Ofîsa Komîseriya Giştî ya Penaber û Bêwelatiyan a Belçîkayê ye (CGRA) ragihand, di Çileyê de 2,785 kes serî li mafê penaberiyê dane.

Wekî mehên borî, Afganistan dîsa di lîsteya kesên îltîcaxwazan de welatê yekemîn e.

Fîlistin, Sûriye û Erître sê welatên din in ku li dûv Afganistanê di lîsteyê de cî digirin.

CGRA derbarê biryarên ji bo dosyeyên li ber destên xwe de jî agahî parve kirin.

Di Çileyê de ji bo 1698 îltîcaxwazan de biryar hatiye dayîn.

Daxwaza îltîcayê ya 1064 kesan hatiye redkirin û bi tenê mafê penaberiyê ya 756 kesan hatiye naskirin.

Ev jî tê wateyê, rêjeya mafê parastina navneteweyî ya îltîcaxwazan ji bo Çileyê 42,5 % ye.

Biryarên erênî yên ji bo serîlêdanên Çileyê bi kêmbûna xwe balê kişandin.

Mehek berê CGRA derbarê 1,880 kesan de biryarê dabû û rêjeya naskirina statuya penaberiyê 50 ji % bû.

Di vê navberê de, wekî mehên berê Tirkiye careke din di lîsteya 10 welatan a CGRA’yê de ciyê xwe girt.

Belçîka meha Çileyê derbarê 49 kesên ji Tirkiyeyê biryarê da.

Daxwaza penaberiyê ya 26 kesan hate qebûlkirin lê 23 kes jî hatin redkirin.

Bi van daneyan, vê mehê bi rêjeya bilind a biryarên redê ya ji bo welatiyên Tirkiyeyê derket pêş.

Li Belçîkayê di navbera 2017-2023’an de biryarên derbarê serîlêdanên ji bo penaberiyê de de. (Jêder: CGRA) 

Dosyeyên li ber destên CGRA’yê

Ofîsa Komîseriya Giştî ya Penaber û Bêwelatiyan a Belçîkayê diyar kir, tevlî Çileyê dosyeyên li ber destên xwe gihîştiye 17,374’an.

Ev dosyeyên daxwaza penaberiyê derbarê 20,379 kesan de ye.

CGRA destnîşan dike, kapasîteya wê ya niha encax têra nirxandindina 4,800 dosyeyan dike.

Saziyê ji bo zêdekirina kapasîteya xwe, di navbera 2022-2023’an de 85 xebatkarên din girtibûn.

Bi vî awayî, li gorî salên berê 25 ji % hejmara biryaran zêde bûbû.

Par rewş çawa bû?

Di 2022’an de CGRA derbarê serîlêdanên penaberiyê de 20,514 biryar dabûn.

Rêjeya biryarên pozîtîf ên ji bo mafê penaberiyê bi qasî 41.1 ji % bû.

Belçîka herî zêde derbarê serîlêdanên welatiyên Sûriyeyê de biryarên erênî dabûn.

Piştî Sûriyeyê ji bo welatiyên Yemenê û Somaliyê biryarên erênî hatibûn dayîn.

——————

Foto: Fedasil

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …