Tetbîqata Malabarê dest pê dike

Minawreyên deryayî yên Malabarê ya îsal di navbera 8-18 mijdarê de wê bê lidarxistin.

Tetbîqata îsal ligel Hîndistanê wê bi beşdariya Amerîka, Kanada, Awustralya, Japonya û Pakistanê pêk were.

Japonya tevlî tetbîqata deryayî ya li rojavayê Hîndistanê dibe.

Bi vî awayî Japonya ligel aloziya li Pasîfîkê meseleya di navbera Çîn û Hîndistanê de jî dibe aliyek.

Daxuyaniya derbarê mijarê de ji aliyê serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida ve hat kirin.

Kishida çû serdana hêzên deryayî yên Japonyayê û li ser keştiyeke şer axivî.

Lîderê Japon got,  Japonya wê êdî hebûna xwe ya leşkerî ya di minavreyên Malabarê de zêde bike.

Herwija Kishida da zanîn, ew ê welatê wî di warê hêzên deryayî û sîstema parastina fuzeyan de kapasîteya xwe xurtir bike.

Dîrokçeya Tetbîqata Malabarê

Malabar peraveke dirêj a li başûrêrojavayê Hîndistanê ye.

Malabar yek ji peravên herî dirêj ê Hîndistanê ye.

Minawreyên deryayî yên Malabarê ya îsal di navbera 8-18 mijdarê de wê bê lidarxistin.

Li derdora 30 keştiyên şer ên jig elek welatan wê tevlî tetbîqatê bibin.

Tetbîqata îsal ligel Hîndistanê wê bi beşdariya Amerîka, Kanada, Awustralya, Japonya û Pakistanê pêk were.

Tetbîqata Malabarê cara ewil di 1992’an de ji aliyê Hîndistan û Amerîkayê ve hate lidarxistin.

Paşê bi beşdariya Awustralya, Japonyayê û hin welatên din bergeha tetbîqatê hate berfirehkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Serokwezîrê Skotlandê îstifa kir

Serokwezîrê Skotlandê Hamza Yûsif ji karê xwe îstifa kir. Yûsif tevî serokwezîrtîyê, ji seroktîya Partîya …