Şerê li Ûkraynayê ji ber bandorên xwe yên jeopolîtîk dibe sebeb li cîhanê mîlîtarîzm pêş bikeve
Piştî Almanyayê, niha jî Japonya bêalîbûna xwe ya leşkerî û lêçûyinên ji bo artêşê nîqaş dike.
Japonya ji aliyê meseleya parastinê ve ev 80 sal in xwedî polîtîkayeke pasîfîst e.
Li gorî destûra bingehîn a vî welatî, berpirsiya artêşa Japon bi tenê parastina erdên welêt e.
Ev jî tê vê wateyê, Japonya nikare leşker bişîne derveyî welêt û nikare di aloziyên çekdarî de alî bigire.
Lê bi şerê Ûkraynayê re ev pozîsyona Japonyayê ya li ser xeta aştîxwaziyê, hêdî hêdî şelû dibe.
Îşaretên vê yekê cara ewil bi zextên aboriyê yên Japonyayê ya li dijî Rûsyayê derketin holê.
Hukumeta Fumio Kishida ya Japonyayê, tevlî karwanê tedbîrên li dijî Rûsyayê bû û hebûnên bankeyên rûs yên li nava welêt cemidandin.
Herwiha Japonya îxracata teknolojiya hesas a ji bo Rûsyayê qedexe kir û dawî li xebata 60 şîrketên japon anî ku li vî welatî xebatê dikirin.
Yek ji encamên din ên şerê Ûkraynayê yê li ser Japonyayê di qada polîtîkaya leşkerî de derket holê.
Û ji bo vê jî ewilî dixwaze butçeya xwe ya lêçûyinên leşkerî derxe ji sedî 2’yê hebûna aborî ya welêt.
Shinzo Abe û Mîlîtarizm
Ev mijar cara ewilî di dema serokwezîrê berê Shinzo Abe de hatibû rojeva siyaseta Japonyayê.
Abe, ligel zêdekirina butçeya artêşê, dixwest Japonya di aloziyên çekdarî de bikaribe alî bigire.
Li gorî alîgirên mîlîtarîzmê, dema li Okyanûsa Pasîfîkê êrişekê li dijî keştîcengên Amerîkî pêk were, divê Japonya biçe hawara wan de.
Bi van nîqaşên dawî, alîgirên mîlîtarîzmê dixwazin di siyaseta Japonyayê de bibin serdest û bi saya şerê li Ûkraynayê Japonyayê careke din veguherînin yek ji hêzeke mezin a mîlîtarîst a cîhanê.