Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê li ser îtiraza CHP’ê biryarnameya çapa Rîsaleyan a ku dabû Diyanete betal kir.
CHP’ê, biryarnameya çapa Rîsaleyan a ku bi Qanûna Torbe hatibû desteserkirin û bibû aydî dewletê, kişande Dadgeha Bilind û dadgehê jî ev qanûn betal kir.
Ji ber vê betalkirinê, biryarnameya berê di Rojnameya Fermî de nehat weşandin. Li gorî biryarnameya berê, mafê çapa Rîsaleyan gihiştibû Diyanetê û êdî kesekî nikaribû berhemên Seydayê Nûrsî çap bikira. Her çiqasî Biryarname ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibe betalkirin jî biryara wê ya dawîn hîn jî derneketiye. Bi rastî ev mijara gengeşiyê, bi qasî karê mafyaya Meksîkayê tevlihev û dijwar e.
Dewleta ku ji roja damezrandina xwe heta piştî mirina Seydayî tu rehetî nedayê û cinazeyê wî ji merzel diziye, îro çav berdaye milkiyeta berhemên wî.
Ji aliyekî din ve, hinek murîdên wî yên ku her cure tehrîfat avêtin nava berhemên wî bi salan ji qezenca berhemên wî gihiştin dewlemendiyeke bê hed û hesab jî.
Van rojên dawîn Husên Siyabend Aytemur —lêkolînerekî kurd ê ku murîdekî Seydayê Nûrsî ye- li ser tehrîfatên pêkhatî berhemeke qerase weşand û mirov tenê li naveroka pirtûkê binêre dê bizanibe bê ka çiqas tevlihevî di vê mijarê de hene.
Dewletê bi salan miameleya tiryaqfiroşan li murîdên Rîsaleyan kir û niha dil bijandiye qezenca wan.
Lewre dixwest di kirasê dîn û diyanetê de dest bide ser vê derbxaneya diravan. Li aliyê din murîdên Rîsaleyan jî destevala nesekinîn û bi riya têkiliyên xwe yên bi siyasetmedaran re hewl dan ku qanûna desteseriyê bidin betalkirin.
Pirsgirêka niha ne tenê berhem in. Pirsgirêk belavkirina qezenc û ranta weqf, komele, weşanxane, ajans, xwendegeh, dibistan, enstîtu û gelek saziyên bi hinceta Rîsaleyan avakirî ye.
Jêder: Radyoya Sputnik