Pentagon biryarê da, keştîyeke balafiran û 12 keştîyên şer bişîne herêmê.
Tevlî keştîyan wê 4,000 leşkerên amerîkî jî transferê herêmê bên kirin.
Bi sewqîyata dawî hejmara leşkerên amerîkî yên li Rojhilata Navîn wê bigihîje 45,000î ye.
Amerîka wê hêzên xwe yên leşkerî li Rojhilata Navîn zêde bike.
Pentagon biryarê da, keştîyeke balafiran û 12 keştîyên şer bişîne herêmê.
Tevlî keştîyan wê 4,000 leşkerên amerîkî jî transferê herêmê bên kirin.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin got, Pentagon bi vê sewqîyatê dixwaze Îsraîlê û hêzên xwe yên li herêmê ji êrişan biparêze.
Austin da zanîn, sîstemên parastina li dijî moşekên balîstîk jî wê ji bo sewqîyatê bên amadekirin.
Dema pêwîstî pê hebe wê ev sîstem li bejahîyê bên bicîkirin.
Alozîya li Rojhilata Navîn bi kuştina şefê sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîye derketibû asteke alarmê.
Îran ji bo kuştina Henîye Îsraîlê sûcdar kiribû û sonda tolhildanê lê xwaribû.
Medyaya navneteweyî ragihandibû, Îran ji bo diyarkirina rêbazên tolhildanê wê bi hevalbendên xwe yên li herêmê civînekê li dar bixe.
Çiqas leşkerên Amerîkayê li herêmê ne?
Tê texmînkirin li hejmara leşkerên amerîkî yên li Rojhilata Navîn li derdora 45,000î ye.
Hêza herî giran a Amerîkayê bi 38,000î li welatên li Kendava Îranê ne.
Welatên Kendavê yên baregehên Amerîkayê lê hene ev in:
Erebistana Siûdî, Kuweyt, Behreyn, Qeter, Mîrektîyên Ereb û Uman.
Ji bilî van welatan, Urdunê 3,000, li Iraqê 2,500, li Tirkiye 1,885 û li Rojavayê Kurdistanê 900 leşkerên amerîkî hene.
————————————————-
Foto: Çend keştîyên şer ên Amerîkayê/X.com
Infowelat