Rasta radîkal li Îngilistanê serî hilda

Çalakîyên şîdetê yên li dijî penaberan li Îngilistanê berdewam dikin.

Du bûyerên duh de yek ji wan bi giranî, 10 polês birîndar bûn.

Çalakîyên şîdetê yên li dijî penaberan li Îngilistanê berdewam dikin.

Duh êvarê navenda alozîya dawî bajarê Yorkshireê bû.

700 çalakgerên endamên komên rasta radîkal bi ser otêlekê de girtin ku penaxwaz lê diman.

Çalakgerên nîjadperest xwestin agir berdin navenda penaxwazan.

Polêsên li bajêr midaxaleyê çalakîyê kirin û ev jî bû sebeba pevçûnê.

Yek ji wan bi giranî, 10 polês birîndar bûn.

Di heman rojê de li bajarên din ên Îngilistanê jî çalakiyên antî-penaber hatin lidarxistin.

Sebeba pêla şîdetê ya li dijî penaberan êrişeke li dijî zarokan e.

Hefteya borî komeke zarok rastî êrişeke bi kêr hatibûn û 3 ji wan jiyana xwe ji dest dabûn.

Komên rastgir penaberan berpirsê êrişê nîşan dabûn û ev jî bûbû sebeba çalakîyên li dijî penaberan.

Di 6 rojên dawî de rastgirên tundparêz li seranserê Îngilistanê gelek çalakîyan li dar xistin.

Par çalakîyên bi vî rengî li paytexta Îrlandayê Dublinê pêk hatibû.

Komên antî-penaber ji ber êrişeke bi ser xwendekarên zarok de penaberan sûcdar kiribûn.

Alozîya li Dublinê veguherîbû pevçûnên di navbera polês û penaberan de.

————————————

Foto: Dîmeneke ji çalakiyên antî-penaberan ên li Îngilistanê

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl dixwaze Hîzbulahê bikişîne nava şer

Encama teqînên cîhazên ragihandinê yên li Libnanê giran dibe. Teqînan dawî bû sebeba bandoreke şokê …