Lîderê Hamasê li Îranê hat kuştin

Lîderê Hamasê Îsmaîl Henîye di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Hamasê piştî êrişê demildest Îsraîlê sûcdar kir û sonda tolhildanê xwar.

Îsmaîl Henîye di 2017an de bû lîderê sîyasî yê Hamasê.

Lîderê Hamasê Îsmaîl Henîye di êrişeke çekdarî de hat kuştin.

Henîye ji bo merasîma sondxwarinê ya serokê nû Mesûd Pizîşkiyan li Îranê bû.

Hamasê piştî êrişê demildest Îsraîlê sûcdar kir û sonda tolhildanê xwar.

Daxuyanîya Hamasê ya derbarê mijarê de di televîzyona Îranê de hat weşandin.

Kuştina Henîye bû sebeba tirsa şerekî mezin a li Rojhilata Navîn.

Tê ragihandin, bu taybetî welatên ewrûpî ji bo pêşîgirtina şerekî nû di nava hewldanan de ne.

Hamasê par ji nişkave êrişî Îsraîlî kiribû û piranîya wan jê sivîl 1200 kesî kuştibû,

Kî ye Îsmaîl Henîye?

Henîye di 1963an de li kampeke penaberan a li Filistînê hatibû dinyê û ji ciwanîya xwe û vir ve di nava xebatên polîtîk de cî girtibû.

Henîye di dawîya salên 1980an û di destpêka salên 2019an di girtîgehên Îsraîlê de ma.

Paşê, di 1993an de Hanîye vegerîya Xezayê û bû rêveberê Zanîngeha Îslamî ya Xezayê.

Di 2006an de Henîye bû serokwezîrê hukumeta yekgirtî ya Filistînê.

Piştî ku Hamasê El-Fetîhê ji Xezayê qewirand, Hanîye ji aliyê serokê Filistînê Mahmûd Ebas ve ji kar hat dûrxistin.

Henîye di 2017an de bû lîderê sîyasî yê Hamasê û di 2021an de careke din ji bo vî karî hat hilbijartin.

Îsmaîl Henîye li Tirkiye û Qetarê dijîya û destekê ji her du welatan digirt.

—————————————-

Foto: Îsmaîl Hanîye/X.com 

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Zanîngehên Amerîkayê di ber xwe didin

Zanîngehên Amerîkayê li hemberê midaxaleyên Donald Trump di ber xwe didin. Zêdetirî 100 zanîngehan li …