Di ser komkujîya Şengalê re 10 sal derbas bûn.
Ji % 80yê Şengalê ket destê vê rêxistinê û li derdora 5 hezar kes hatin kuştin.
Di ser Komkujîya Şengalê re 10 sal derbas bûn.
DAIŞ di 3ê tebaxa 2014an de dest bi êrişeke mezin bir ser Şengalê.
Pêşmergeyên li Şengalê di dewsa parastina gel de ji herêmê vekişîyan.
Loma jî DAIŞ bi hêsanî pêş de çû û ket nava bajarê Şengalê.
Ji % 80yê Şengalê ket destê vê rêxistinê û hat hilweşandin.
Bi hezaran sivîlên li herêmê hatin kuştin û bi hezaran jin wekî “xenîmetên şer” hatin revandin.
Gelek zarokên êzidî bi darê zorê tevlî çeteyên çekdar ên rêxistinê hatin kirin.
Hin encamên vê barbarîya li Şengalê wiha ne:
– Li derdora 5,000 şengalî hatin kuştin
– 6,417 jin û zarokên êzidî hatin revandin
– 3,469 Êzidî hatin windakirin
– Heta niha 79 gorên komî hatin dîtin
– Heta niha 2,948 jin û zarok hatine xelaskirin
– 325,000 kurdên êzidî ji Şengalê û derdora wê koçberî Herêma Kurdistanê kirin.
– Zêdetirî 100 hezar êzidî bên penaber û li cîhanê belav bûn.
Venasîna jenosîdê
UNHCR bi 2015’an de êrişa bi ser Şengalê ve wekî “jenosîd” pênase kir.
Amerîka, Kanada, Fransa, Ermenistan, Îsraîl, Iraq, Belçîka, Hollanda , Almanya, Brîtanya û çend welatên din jenosîda êzdiyan nas kirin.
Meseleya komkujîya êzidiyan cara ewil bi raporeke Konseya Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ket rojeva cîhanê.
UNHCR di rapora xwe ya di 2015an de êrişa li ser Şengalê wekî “jenosîd” pênase kir.
Piştî vê raporê mijar hat rojeva hin parlamentoyên welatên cîhanê.
Di çend salên ewilî de çend welat êrişa li ser Şengalê wekî jenosîd naskirin.
Heta niha welatên jenosîdê naskirine ev in: Amerîka, Kanada, Fransa, Ermenistan, Îsraîl, Iraq, Belçîka, Hollanda û Almanya û Brîtanya.
Herwiha, Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê li bû sazîya herî bilind a Yekitîya Ewrûpayê ku jenosîdê nas kir.
—————————————-
Foto: Zêdetirî 400,000 kurdên êzdî terka Şengalê kirin.
Infowelat