Zimanekî Hînd-Ewrûpî hate kifşkirin

Di dema kolanên li paytexta Hîtîtiyan Hatuşayê de zimanekî nû hate dîtin.

Ev kişfa girîng, bi riya dîtina nivîsekê ya li ser tableteke kevn pêk hat.

Arkeolojiya Anatolyayê bi kifşeke nû careke din balê kişand ser xwe.

Di dema kolanên li paytexta Hîtîtiyan Hatuşayê de zimanekî nû hate dîtin.

Ev kişfa girîng, bi riya dîtina nivîsekê ya li ser tableteke kevn pêk hat.

Professor Andreas Schachnerê ku epîgrafîstê vê xebatê ye, derbarê zimanê nû de agahî da.

Schachnerê got, zimanê li Hatuşayê hatiye dîtin zimanekî Hînd-Ewrûpî ye.

Hatuşa niha li Çorûmê ye ku parêzgeheke Tirkiyeyê ye.

Zimanê herêma Kalaşmayê

Schwemerê li Zanîngeha Wurzburgê ya Almanyayê kar dike, wê nivîsê wekî zimanê welatê Kalaşmayê bi nav dike.

Schwemerê li Zanîngeha Wurzburgê ya Almanyayê kar dike, wê nivîsê wekî zimanê welatê Kalaşmayê bi nav dike.

Kalaşma di dema Hîtîtiyan de navê herêma di navbera Bolu û Geredeyê de bû.

Prof. Dr. Danîel Schwemer wiha axivî:

Nivîsa nû bi riya dîtina vê tabletê hate kişfkirin.

“Hîtîtiyan ji bo tomarkirina rîtuelên xwe de xwe gelek caran zimanên biyanî bi kar dianîn.

Metnên rîtuelan ku ji aliyê nivîsvanên Qralê Hîtitiyan ve hatine nivîsandin, kevneşopiyên Anatoliya, Suriye û Mezopotamyayê û rewşa zimanê wan nîşan didin.”

Harîteya bergê: Cografyaya Hîtîtan û ya derdora welatê wan. /biblicalarchaeology

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Perû qanûna parastina navên xwecîyan qebûl kir

Parlamentoya Perûyê bi vê qanûnê destûrê dide, navên esil ên zarokên xwecî di nasnameyan de …