Puanê Beşa Zimanê Kurdî ji yê Tirkî bilindtir bû

Li zanîngehên Mêrdînê, Mûşê û Çewlikê (Bîngol) ji bo mamostetiya kurdî, Beşa Ziman û Wêjeya/Çanda Kurdî hatibû vekirin. Li van zanîngehan, Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî jî heye. Lê, îsal puanê beşa kurdî ji beşa tirkî zêdetir bû.

Encama Azmûna Bicîhkirinê ya Lîsansê (LYS) ya 2013 û 2014’an diyar bû. Li gorî encama azmûnê, beşên kurdî bi 393 û beşên tirkî 347 puanî xwendevan girtin û bi vî awayî di nav hemû beşan de beşa kurdî bi awayekî balkêş derket pêş. Ji ber eleqeya zêde, puanên taban ên vê beşê gelekî bilind bûn û di heman zaningehan de beşên kurdî ketin pêşiya beşên tirkî.

Beşa Ziman û Wêjeya/Çanda Kurdî tenê li zanîngehên Artûklûya Mêrdînê, Alparslana Mûşê û Çewligê heye û pêdiviya mamosteyên kurdî jî her ku diçe zêdetir dibe. Ji ber van sedeman, beşa kurdî bi puanên xwe yên taban ên LYS’yê beşa tirkî derbas kir û di nav ciwanan de bêtir hat tercîhkirin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Perû qanûna parastina navên xwecîyan qebûl kir

Parlamentoya Perûyê bi vê qanûnê destûrê dide, navên esil ên zarokên xwecî di nasnameyan de …