Pêşniyazpirsa bi kurdî nehat qebûlkirin

 

 

 

Pêşniyazpirsa bi kurdî ya wekîlê Sêrtê yê HDP Kadrî Yildirim di destpêkê de hat qebûlkirin lê paşê ji HDP’ê re paş de hat şandin. Pêşniyazpirs di malpera parlamentoyê de 2 saet ma lê paşê ji vir hat derxistin.

Yildirim ku berê Gerîndendeyê Enstîtuya Kurdolojiyê ya Zanîngeha Artûklûyê bû, di 4’ê Îlonê de bi armanca ku Wezîrê Perwerdeyê bersivê bide, pêşniyazpirseke bi kurdî radestî parlamentoyê kir. Di pêşniyazpirsê de Yildirim destnîşankir ku di Hezîrana 2012’an de kurdî ketiye nava mifredata dibistanan lê belê ji wê demê û vir ve mamosteyên kurdî nehatine peywirdarkirin.

anadilde-egitim

Piştî sê rojan, pêşniyazpirsa bi kurdî bêyî ku ti sebeb bê nîşandayîn ji HDP’ê re hat şandin. Li ser vê yekê Yildirim got ku digel wan daxwaz kiriye bila sebeba redkirina pêşniyazpirsa bi kurdî bi nivîskî bê nîşandayîn, heta niha wan ti bersiv negirtî ye.

Di derbarê mijarê de Yildirim wiha axivî: “Madem we enstîtu vekir û min kir gerînendeyê wê, wê demê hûn ê mafê xizmeta bi kurdî ya ji bo gelê min jî nas bikin.”

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …