Zimanê zarokan rengê jiyana nû ye

 

 

 

Wêjeya zarokan grîngtirîn binemaya zimanan e û rewşa zimanê kurdî ya Bakurê Kurdistanê bi jan û xem vê grîngiyê nîşan dide û bêxemiya ziman wek kelemekî dirinde di gewriya kurdan de diçikîne. Lê heger kêm bin jî aktîvîstên ku ziman di kêliya şitil de av didin û hez dikin ku bingeheke baş a destpêkê damezirînin hene û roj bi roj xebatên serkeftîtir pêk tînin. Weşanxaneya Hîvayê ku ji bo armanceke wiha di 2014’an de ji alî 4 hevalan ve hatiye damezirandin û di navbera salekê de çendîn berhemên granbûha afirandine yek ji van xebatan e. Ev çar heval hewl didin ku bi zimanê zarokan huner, dîrok û çanda kurd bi zarokan bide hezkirin û têgihîştin.

Wêjeya Zarokan bi Hîva’yê digeşe

Edîtorê weşanxaneya Hîvayê Ulku Bîngol di derbarê pêvajoya avakirinê û meşandina xebatên weşanxaneya Hîvayê de diyar kir ku wan bi armanca tenê xebatên wêjeya zarokan bike vê weşanxaneyê ava kirî ye û wan hewl daye ku li gel berhevkirin û weşandina hemû şêwe berhemên wêjeya zarokan, berhemên perwerdehiya ziman jî biweşînin. Bîngol kêfxweşiya alîkariya dostên zimanê kurdî bi xweşbînî nirxand û got: “Di warê pedagojî, werger û redaksiyonê de gelek hevalên din ku piştgiriyê didin me hene. Hîva, bi dûrûşma ‘Zarok vejîna ziman in’ dest bi vî karî kir. Zarokên neteweyekî eger bi zimanê xwe nepeyive, nexwîne û nenivîse rewşa wî zimanî di xeteriyê de ye.  Ne tenê em, armanca sazî û weşanxaneyên din yên kurd jî ew e ku zimanê kurdî geştir bibe, lê belê cudahiya me ew e ku em tenê wek tiştekî spesîfîk li ser wêjeya zarokan rawestin”

‘Bila haya Bakur ji zaravayan hebe’

Ulku Bîngol  anî ziman ku wan bi 5 rêzepirtûkên çêrokî yên Mem Bawer ên bi sernavê ‘Mîro’ dest bi weşanê kirî ye, bi pirtûka keçika 6 salî Hîva Yuce a bi nave ‘Reqên zeryayê û çîroka wan’ dom kirine û bi vî awayî hejmara pirtûkên wan ên ku weşandine zêde bûne. Bîngol wiha pê de çû: “Me pirtûkên wek; ‘Xezal û Qertel’, ‘Rodî’, ‘Kewên Gozel’, ‘Welatên Moriyan’ çap kir. Pirtûka Hîva Yuce ji bo me li dirûşma avakirina Hîva’yê pir digoncivî. wek ku me anî ziman zarok zimanê xwe nexwînin û nenivîsinin, ev ji bo wî zimanî xeterî ye. Wekî din me 3 pirtûkên din ên bi navê ‘Masîkê’, ‘Hirç û Rovî’ û ‘Batirsok’ bi zaravayên kurdî ên soranî, zazakî û kurmancî weşand. Ev ji bo me cihê kefxweşiyeke mezin bû” Ulku Bîngol her wiha da zanîn ku herî dawî wan ji bo zimanê zarokan dewlemendtir bibe û hêsaniyê peyda bike wan ferhengek amade kirî ye û weşandiye û got: “Ji bo mezinan jî sûda vê ferhengê heye; Lewre ev ferhengeke taybet e. Peyvên ferhengê bi wêneyan hatine dewlemendkirin. 650 peyvên ku di jiyana rojane de pir têne bikaranîn bi wêneyan hatine xemilandin. Di warê ferhengnûsiya kurd de ev mînakeke yekem e. Me xwest hem zarok û hem jî yên ku nuh dest bi kurdî dikin ku dema di nivîsar û pirtûkan de rastî peyvên ku tênagihîjin hatin, li gel wêneyan wan peyvan hîn bibin. Wêne têgihîştina tiştan hêsantir dike. Me dest bi rêzepirtûkên pêşdibistanê kir. Heta niha 2 ji wan hatin amadekirin û weşandin. Yek jê pirtûka bi navê ‘Rengîn’ e û ji bo zarokên 3 û 4 salî ye. Ya din jî pirtûka bi navê ‘Kulîlk’ ku ew jî ji bo zarokên 5 û 6 salî ye.  ‘Rengîn’ pirtûka Ayşe Kiliçkaya û ‘Kulîlk’ jî ya Aynûr Ozbay bû. Her wiha ‘Kulîlk’ li gel kurmancî bi zazakî jî hate weşandin”

Ulku Bîngol diyar kir ku ew dixwazin li Bakurê Kurdistanê kurmanc û zaza ji zaravayên hev agahdar bibin û bi vê mebestê ew hewl didin ku pirtûkên bi zaravayên cuda yên kurdî çap bikin. Bîngol, amaje bi wê yekê kir ku bi vî awayî çavên zarokan li hevokên zaravayên din digoncive û ev yek rê li ber hînbûna zaravayên din jî vedike. Bîngol got: “Ev ji bo soranî û zaravayên ku li bakur têne axaftin jî sûdeke baş pêk tîne û ev yek zaravayan nêzîktirî hev dike. Bi vî awayî zazakî jî li gel kurmancî dikeve gellek malan û hestiyariya wê berztir dike”

Ziman bi rewşa civakê re têkîldare

Ulku Bîngol  di berdewamiya axaftina xwe de qala xwe jî kir û da zanîn ku ew ji zû ve ye bi ziman re eleqedar e, lê belê wî li gel hevalên xwe karibûne salek berê dest bi vê projeya xwe ya wêjeya zarokan bikin. Bîngol wiha dom kir: “Ziman bi rewşa civakê ya siyasî û rewşenbîriyê re têkildar e. Îro li Kurdistanê ji aliyê raman, tekoşîn û rewşa polîtîk ve pêşketinek heye, heman tişt di ziman de jî heye, dema ku me nû dest bi xebatan kir û heta niha em dinhêrin ku em bêtir pirtûkan difroşin, yanî ev jî hene, bi hev û din re girêdayî ne. Dema ku ziman pêş bikeve xwendevan jî çêdibin, dema ku bala mirovan bikşînin ew dem divê berhemên nû derkevin holê”  Bingöl anî ziman ku zarok mamosteyên malbatane û got ; ‘’ Dema ku em pirtûkan amade dikin bi mamosteyên ku dikevin dersa kurdî, bi saziyên me re em pêşniyazên wan digirin û li wê gorê çi pêwîst be em wî dikin. Wek mînakekê ez bejim , çend roj berê di civînekê de mamosteyekî kurdî got ku dema ez ketim dersa kurdî hinek zarok hebûn qet kurdî nizanibûn lê piştî du sê mehan şûn de zarok bi kurdî hîn bûn û malbat dibêjin ku ew zarokên ku kurdî nizanibûn aniha tên peyvan nîşanî me didin, dema ku em peyveke tirkî dibêjin, dibêjin; na, ne wisa ye kurdî ev peyv ev e, ango zarok dibin mamosteyên malbatan jî. Ew tiştekî gelekî girîng e ku em zarokan perwerde bikin, zimanê xwe nîşanî wan bidin, zimanê kurdî bi wan bidin hezkirin, bi çîrokan, bi komepirtûkên perwerdehiyê, bi ferhengan em bidin hezkirin ew dem her zarokekî wê bibin mamosteyên dilxwazên zimanê kurdî ew tiştekî gelekî balkêş e”

‘Wêjeya devkî ya zarokan dewlemend e’

Bîngol  di dawiya axaftina xwe de qala pêwendiya zarok û pedagojiyê kir û got: “Em dikarin wêjeya zarokan di navbera  2-14 saliya wan de bidinê. Piştî ku temenê wan digihîje 14’an, êdî kirasê zarokatiyê ji ser xwe diavêje. Ji bo vê yekê, di heyama mezinbûna zarokan de divê bîr, hiş, xeyal û ramanên zarokan bi zimanê dayikê, bi leystik û pirtûkan bigihîje û asoyê wan ê ku ji bo zanînê pir derfetdar e fireh bibe. Ji bo ku di siberojê de zarok jiyana xwe watedar bike pêwîstî bi vê yekê heye. Di vir de rola helbestê jî girîng e. Zarok gava zimanê zikmakî hîn dibin, êdî hin argumanên din rê li ber xeyalên wan vedikin. Wêjeya devkî ya kurdî ya zarokan têra xwe dewlemend e. Ji bo wê em dibînin gava ku di destpêkê de kesên ku xwestine ji bo wêjeya zarokan tiştekî bikin, ji wêjeya devkî sûd wergirtine. Di van salên dawî de pirtûkên zarokan ên ku tên weşandin piraniya wan çîrokên gelêrî ne.  Berhemên wêjeya zarokan ên ku têne weşandin, rastî û çewtiyên jiyanê, dadwerî, hezkirin, rexne, pend û yasayên ku ji alî civakê ve hatine pejirandin, qencî, xerabî û alîkariyê nîşanê wan didin.

Jêder: Basnews

About infowelat.com

Check Also

Destê Irulegi: Nivîsa herî kevn a zimanê baskî

Zanyarên fîlolojiyê Çiyayê Irulegi ya li Welatê Baskê desteke ji bronz kifş kirin. Li ser …