Hilbijartinên Parlamentoya Ewrûpayê ji alîyê encamên xwe ve du cografyayên sîyasî derxistin holê.
Li welatên li rojava, rojhilat û başûrê Ewrûpayê partîyên rastgir û ultra-rastgir bi ser ketin.
Li Fînland, Swêd û Denmarkê partîyên çepgir û kesk dengên xwe zêde kirin.
Hilbijartinên Parlamentoya Ewrûpayê ji alîyê encamên xwe ve du cografyayên sîyasî derxistin holê.
Li welatên li rojava, rojhilat û başûrê Ewrûpayê partîyên rastgir û ûltra-rastgir bi ser ketin.
Encamên hilbijartinan welatên li bakurê Ewrûpayê ku wekî “welatên nordîk” tên pênasekirin, ji vê coxrafyayê veqetand.
Li Fînland, Swêd û Denmarkê partîyên çepgir û kesk dengên xwe zêde kirin.
Li her sê welatan desteka ji bo partîyên rasta radîkal hîn bêtir kêm bû.
Partîya lîberal-muhefezakar a Fînlandê ji % 25ê dengan girt û bû hêza yekemîn.
Li vî welatî tifaqa çep hejmara kursîyên xwe yên di Parlamentoya Ewrûpayê de ji yekê derxist sisêyan.
Berevajîya çepgiran, partîya ûltra-radîkal a Fînlandê yek ji du kursîyên xwe winda kirin.
Denmark ji alîyê serfirazîya Sosyal-Demokratan ve bû welatî herî li pêş ê bakurê Ewrûpayê.
Partîya Sosyal Demokrat bi rêjeya ji % 15.6an bû hêza sîyasî ya duyemîn.
Ev meyla sîyasî ya di hilbijartinê de li Swêdê jî xwe dûbare kir.
Demokratên Swêdê di hilbijartinê de dengên xwe kêm kirin û encax dikarîbû ji % 13yê dengan bi dest bixe.
Ev partîya li ûltra-rastgir ku di meseleya penaberan de xwedî sekneke tund e, bû hêza çaremîn.
————————————–
Foto: Welatên Nordîk (bakurê Ewrûpayê)/Wikivoyage
Infowelat