Di encamê de, bikaranîna alfabeya latînî li gor perçeyan dibe ku di navbera kurdan de di ragihandina nivîskî de bibe sedema hin zehmetiyan ku em bikişînin, lê divê ev yek em wekî qonaxeke destpêkê ya xurtbûna têkiliyên çandî û civakî yên neteweyî di nava kurdan de bibînin.
Dîroka weşanxaneyan ya çapkirina berheman-pirtûkan dîrokek kevnare ye. Mirov çav li demên kevnar vedigerîne, piştî serdemên mîxî û xêzên li ser tabletan dihatin rêzkirin, pirtûk bi destan dihatin çêkirin, çapkirin û belav kirin. Li gor nûsheyên hejmara wan nayên zanîn lê bi awayekî digihîşt nava gel. Çapkirina pirtûkan paşê bi îcadkirina çapxaneyan re hêsantir bû. Cara yekem ji hêla Johannes Gutenberg* ve li Almanya, di destpêka sedsala 15’an de Gutenberg bi hevkariya Fust re, karsaziya ku wekî weşanxaneya yekem tê hesibandin hate damezirandin. Pêşîn di sala 1455’an de, bi teknîkên çapkirinê, bi çapkirina Încîlê ya Gutenberg Bible, wekî destpêka çapkirina pirtûkên nûjen tê hesibandin. Încîl bi tîpên Latînî weşand û belav kir. Ev bû serkeftina mezin ya yekem ku di warê bazirganî û çapxaneyê de bibe şoreşa çapkirina pirtûkan.
Çapxaneya Gutenberg bi vî awayî dest bi çapkirina pirtûkan kir ku ji pirtûkên destnivîsên berê gava ku şiband ber hev, qaîdeyên hilberîna wan sadetir û giranbihatir bû. Vê yekê hişt ku bi hêsanî pirtûk bigihîjin qadeke gelek fireh û rêza xwendevanan jî pê re berfireh bike. Ev ê pêşveçûnê, rolek mezin di belavkirina zanînê de lîst ku li Ewropayê tevgerên ronesans û reformasyonê bide destpêkirin. Bi vê vejîna mezin re, di warê zanist, huner û felsefeyê de bingeha çapkirina pirtûkên nûjen danî û bi gihandina agahiyan, bi rêya pirtûkan şoreşek çêkir.
Çapxaneya Gutenberg, îlhama xwe ji teknîkên wekî lîtografya klasik û matrixê ku bi teknîkên çapkirinê pêş dixe, girt. Ya herî giring, îcada wî ya “matrîsa çapkirinê” bû, ku bi karanîna tîpên metal yên guhezbar, lez da çapkirina pirtûkan. Vê teknolojiyê hişt ku her tîp li ser metalên bikaranînê, bi awayekî cihêreng, zû û bi bandortir werin çap kirin.
Gutenberg, li bajarê Mainz ya Almanyayê, ji ber tengasiyên aborî û pirsgirêkên xwe yên din, hinek pere ji hevkarê xwe Johann Fust deyn kiribû, dema ku nikaribû deynê xwe bide, kontrolkirina çapxaneyê wenda dike û neçar dimîne ku ji çapxaneyê vekişe.
Ji dema osmaniyan heta Komara Tirkîyeyê rewşa çapxaneyên kurdî
Yekem çapxaneya kurdî heta dema Osmaniyan nayê zanîn lê tê diyarkirin ku cara yekemîn li Qahîreyê bi navê çapxaneya Carîdeyî Kurdistan hatiye damezrandin û di sala 1898’an de Rojnameya Kurdistan ya Mîqdat Mîthat Bedirxan li vir derçûye, heta 1902’an wek xelekekê 31 hejmar weşandiye. Pişt re di sala 1908’an de Kurdîzade Ehmed Ramiz û Xelîl Xeyalî bi navê çapxaneya Matbaa-î Amîd li Setenbolê, cardin li Qahîreyê di 1911’an de bi navê Metbaa Kurdistana Ilmiyye ji hêla Ferecullah Zekî El-Kurdî ve damezrandin e. Li ser axa Kurdistanê jî ji aliyê Ekrem Cemîl Paşa ve, di sala 1918’an de tê damezrandin û Rojnameya Gazî li vê weşanxaneyê çap dibe. Di heman salan de ji aliyê Hisên Huznî Mukriyanî çapxaneyekê damezrandiye û heta 1925’an xebatên xwe bi çapkirina Mem û Zîn a Ahmedê Xanî, kovarên bi navê Zarî Kurmanc, Çiyayê Kurmanc, Botan, Diyarbekir û Soran diweşîne. Piştî mirina Hisên Huznî Mukrîyanî, birayê wî Çapxaneya Gîwmukrîyanî bi kar tîne û paşê navê wê dike Çapxaneya Kurdîstan. Ji sala 1926’an heta 1946’an jî ji aliyê Îngîlîzan ve çapxaneyek li Silêmaniyê tê damezrandin û di wê weşanxaneyê de kovar û rojnameyên mîna Rojnameya Pêşkewtin, Rojî Kurdistan û çend pirtûkên cur be cûr têne belavkirin. Di çapxaneya Kurdistanê de, heman demê kovarên mîna Kurdistan, Gelawiz, Helale, Hawar, Hawarî Nîstîman û Hawarî Kurd derçûn e. Di 1946’an de, bi damezrandina Komara Mehabadê re, bi edîtoriya Saîd Muhammed Hamîdî, bi navê Rojnameya Kurdistanê ku rojnameyek fermî ya komarê bû, bi mijarên siyasî, çandî, civakî û wêjeyî derçû ye. Heman wextê kovarek zarokan ya bi navê Girrûgalî Mindalanî Kurd ku Qadirî Mudderirsî berpirsiyarê wê û bi rojnameya kurdistanê re belav dikir û ev weşan heta hilweşîna komarê domandin.*
Di vir de gerek ev jî neyê jibîrkirin ku her çiqas ji 15’ê Gulana 1932’an digire ku ji alî Celadet Elî Bedirxan ve hîmê kovareke kurdî ya bi tîpên latînî hatîye danîn û dest bi weşandina kovara bi navê Hawarê dike, ne ji nav weşanxaneyeke kurdî bû ku kovar li paytexta Suriyeyê Şamê, Taxa Kurdan, li Çapxana Tereqî dest bi weşana xebata xwe kir, heta demekê bi alfabeya latînî û erebî, piştî wê demê hew bi latînî, heta 15 Tebaxa 1943’an ku 57 hejmar diweşîne, ji 57’an şûn ve berê xwe ji nav weşanê da alî û nema derket, di dema weşangerî û çapxayan de hêjayî pesindayîn û nirxandinê ye.
Bi şerê cîhanê yên dûyemîn re rewşa çapxaneyên kurdî gihîşt asteke din, çapkirin û belavkirina nivîsên kurdî ku çi qasî rastî gelek zehmetiyan hatin jî, lê bi bilindbûna wêje û neteweperestiya kurdî re, xebatên kurdan yên ji bo parastin û pêşxistina zimanî û çandî zêde bûn, di vê heyamê de ji bo çapkirina berhemên kurdî, bêhejmar hewldan hatin dayîn û hilbûna alên çapxaneyên nû, rê bi geşedana hurgûliyên ji zimanê zikmakî re vebûn. Li tevahî dewletên cihanê ku cihê bêhna hilma zimanê kurdewarî jê dihat, ev al li dar bû ku her çi qas gelek berhemên ku derçûn, ne ji nav weşanxaneyên kurdîstanîn bûn jî, bi alîkariya weşanxaneyên dostan yên biyanî ve derçûn û berhem belav bûn. Li gorî van astengî, warê aborî, bû hinceta ku xwediyê wan berheman bêhnekê bidin û bistînin.
Ji ber ku kurd bi perçebûna welatê xwe re û li welatên cuda dijîn, ew welat alfabeyên cuda cuda dipejirînin, di navbera Kurdan de, di warê danûstandinê de zehmetiyên mezin derdikevin û bi taybetî jî bikaranîna alfabeya latînî li Kurdistana bakur û Tirkiyeyê, bikaranîna alfabeya erebî li Kurdistana rojhilat û Îranê û li Kurdistana başûr û Iraqê, li Kurdistana rojava û Sûriyê jî bi herdu alfabe tên bikaranîn, dibe sedema dubendiyekê di nava kurdan de, di warê zimanî de arîşeyan derxîne û hev fahmnekin û berhemên hev nexwînin.
Di vê serdemê de rewşa çapxaneyên kurdî û nakokiyên alfabeyan
Ji salên 1990’an şûn de çapxane û çapemeniyên ragihandinê yên Kurdî li gor dem û arîşeyên heyî bi gelek qalikên xwe guhertinê û xwe gihandinê heta pêvajoya ku nuha em têde ne, hatin. Bi rêya van çapxaneyan îro di warê çand û wêjeya kurdî de bi awayê nivîskî bandor li pêşketina neteweperweriya kurdî ku hatiye ragihandin û geşedanek nû bi xwe re ava kiriye, heye. Weşaxaneyên Kurdan hem di warê ragihandinê û hem jî di warê, dîrok, erdnîgarî, ziman, pîşe û danasîna çanda kurdî de roleke girîng girtine ser xwe û pêk anîn e.
Di salên ewilî de, ji ber ku di warê tîpguhêzî û standardiya rêzimanî de, her çi qas kurd rastî astengiyan hatin ku ev yek ji bo civakên kurdên li welatên cuda, di warê nivîskî de bi hev re têkilî dayîn zehmetiyan bikişînin jî, lê ev hewldan bû armanca bi awayekî arasteyî ferheng û standardbûneke zimanî di warê nîqaşan de bi xwe re biafirîne û berheman hilberîne. Vê destkeftiyê gelek pêşveçûnên mezin bi xwe re afirand û ev ked û nirx hêjayî nirxandin û pesindayinê ye.
Îro weşanxaneyên kurdan pir in û bê hesab in ku nayê jimartin. Di warê bikaranîna teknîkê û edîtoriya rêzimanî de çi qas pêşveçûnek bi xwe re peyda kiribin jî, ew qasî jî barê wan zêde girantir bûn e. Ji ber ku zimanê me nebûye zimanekî standard û perwerdeyiyê. Gava ku karê xwe bi rêk û pêk bînin, standarbûn û perwerdehî di nav van qadên çapxaneyan û derçûna edîtoriya berhemên wan de derbas dibe.
Lê ev pêşveçûn û geşedan, li her welatên ku kurd di bin dagirkeriya kolonyalîstan de dimîne, asê man e û nabe mînakek danûstandina nivîskî ya navbera kurdên li parçeyên din bigirin nava xwe, hev fahm bikin û berhemên hev bixwînin. Her perçe bi weşanxaneyên xwe bi rê ve diçin û bi alfabeyên bin dagirkeriya wî welatî berheman diafirînin û derçûn in. Di roja îroyîn de kurdên bakur û rojava alfabeya latînî bi kar tînin(kurdên rojava di dema dawî de, li dibistan û warê dan û stendinê alfabeya latînî bikar tînin) û kurdên li rojhilat û başûr jî bi alfabeya erebî bikar tînin û bi vê tevliheviyê re nikarin berhemên hev bixwînin û xwe bigihînin hev. Her çiqas ev li başûr bi destê siyaseta desthilatdar ku zimanê fedaraliyê bi tîpên erebî bi kar tînin jî, dikarin li gorî cîhana nûha, di warê tîpên latînî de ku pêş ketiye û hewcedariya kurdên başûrî (rewşa rojhilat îro çi qasî rê ne de jî, hewldanên ji bo latînîzekirinê divê hebe li gorî teknolojiya nûha) pê heye ku ji tîpên erebî vegerin û ber bi latîniyê ve biçin. Bi vî awayî, çapxaneyên kurdan wekheviyên di zimanê axaftinê û têkiliyên çandî yên hevpar de dikarin bibin alîkar ku astengiyên ragihandinê yên ku ji hêla alfabeyên cihêreng ve hatine çêkirin, derbas bikin û bi hev bidin fahmkirin. Ev rêbaz hewcedariyeke newetewî ye û pêdiviyek ber bi yekîtiya netewebûnê ve dibe.
Herwiha, bi berfirehbûna bikaranîna înternet û teknolojiyên din yên ragihandinê, bi alfabeyên cuda danûstandin di navbera kurdan de hêsantir kiriye ku hev fahm bikin û ev weşanxane an çapxane dikarin van amûran bikar bînin, berhemên her perçeyan bi awayekî çapkirî bigihînin berdest hev û bidin xwendin. Ev werger ji wêjeya cîhanê bibe berhem bikeve nav zimanê me ku em bixwînin, hêjayî pesindayinê ye. Lê na, kurd bi berhemên xwe nikaribin xwe bigihînin nava xwe û bi wergeran xwe bigihînin nava xwe, eyb û şermek mezin e. Mînaka tiştek wiha li tu derê cihanê tune ye ku neteweyek çand û zimanê xwe bi tîpên cuda ragihînin hev û van tîpên cûda bikin werger û bidin xwendin! Çi qas amûrên wergerandinê serhêl bin, pisporên ziman pir bin û bi rêya wergeran em ragihînin ber dest hev û bikin rêya pesindayînê ku hiş û qalîteya neteweyî bi xwe re damezrînin, ew qasî jî em ê rê ji cûdahiya navbera alfabeyan nikaribin neteweyekê ava bikin û nikaribin berhemên hev bi hêsanî bidin xwendin. Bi qandî parçebûna welatê xwe, bi parçebûna alfabeyan, bi zimanê xwe û bi tîpên cihê, nirxên netewa xwe ragihînin hev û serê xwe li ber vê parçebûnê xwarkirî, dê nikaribin yekîtiya ruhê neteweyî arasteyî hev bikin.
Di encamê de, bikaranîna alfabeya latînî li gor perçeyan dibe ku di navbera kurdan de di ragihandina nivîskî de bibe sedema hin zehmetiyan ku em bikişînin, lê divê ev yek em wekî qonaxeke destpêkê ya xurtbûna têkiliyên çandî û civakî yên neteweyî di nava kurdan de bibînin. Ji ber vê, ji dêvla ku em berhemên xwe, di qonaxa nûha de bi wergeran bigihînin hev, bi teşvîqkirina alfabeyekê tev bigerin û di warê rêya tîpguhêjiyê de ber bi latînîzekirinê ve bipesinîn, hêsantir e û ev rêbaz, rêbazek e neweteyî û erka welatparêziyê ye.
Komxebata çapxaneyan gaveke dîrokî ye
Li bakurê welêt ku çendekî berê di komxebatekê de weşangerên kurd yekemîn car hatin gel hev û pisrgirêkên hev nîqaş kirin. Di xalekê de tev arasteyî hev bûn ku di warê edîtorî û rêpîvana zimanî, di qonaxa derçûyîna berheman de rol û erkek giranbûha bigirin ser xwe û wiha di pêşketina çand û wêjeya kurdî de roleke giring bilîzin. Weşanên kurdî bi giştî ji bo parastin û pêşxistina ziman û çandî, taybetî bi geşbûna neteweperestiya Kurdî re, girîngiyeke hîn zêdetir girtin ser xwe ku hin bêhtir berhemên kurdî çap bikin û ragihînin. Ligel xebatên parastina ziman û çandî, li nivîskar û belavkirina berheman xwedî derketin, wek karên sereke ji xwe re kirin pîvan. Di heman demê de arîşeyên heyî jî ji bo dirûstkirinê bi yekîtî û helwdanên gelhevî ji holê rakirin, “Pirsgirêkên Rêxistinbûna Weşangeriya Kurdî û Mekanîzmayên Çareseriyê” bû armanca wan ya sereke. Li hember zext, qedexe û zahmetiyên dertên, bi ruhê vê yekîtiyê ku dikarin têk bibin, bi vê îrade û hewldanê dikarin mîsogertiya tîpguhêzî, di warê zimanê standar de arasteyî jiyanê bikin, ku “Rola Weşangeriya Kurdî di Standardîzasyona Kurdî de” bû mijara sereke ya komxebatê.
Ji bo van çapxaneyan û vê yekîtiya wan, nirxandin û lêkolînên ku li jor min rave kir wêdetir, dikarin ji bo parçeyên din di nava helwdan û têkiliyeke xûrt de kevin, hîn bêhtir bi rêyên asayî karibin bi hev re bixebitin, berhemên hev çap bikin û belav bikin. Bi gelemperî rewşa tîpguhêziya erebî ku di rewşeke wiha de dê karibin bi çi qalibî li gel latîniyê arasteyî başûr bikin, bi çapxane, nûner, nivîskar û berpirsiyarên li wir, di nava geşedanek hûr û kûr kevin ku berê wan bi ber bayê latîniyê ve kin. Ji nivîskar, sîyasetmedar û ronakbîran wêdetir, bi berhemên çapkirinê re dikarin qadekê ji vê rêyê re vekin û bi vê qadê re bibin navgînek navbera bakur û parçeyên din.
Çavkanî:
- Wîkîpedîa
- Dîroka çapxaneyên kurdan, Occo Mahabbad, Kovara Bîr, 2021
Foto: Dîmeneke dîrokî ya çapxaneyekê/Blog.thelabelprinters.com
————————————————————
Hogir Berbir
Hogir Berbir li Dêrika Çîyayê Mazî ji dayîk bûye. Ji ber xebatên xwe yên sîyasî di 1995an hatîye girtin û 10 salan di girtîgehê de maye. Berbir li girtîgehê dest bi nivîsandina kurdî kirîye û kurteçîrok, helbest û gotaran nivîsandîye. Gelek xebatên wî di di malper, kovar û rojnameyan de hatine weşandin û çend berhemên wî hatine çapkirin. Nivîskar di 2004-2007an de di Desteya Rêveberîyê ya Enstîtuya Kurdî ya Amedê û di 2007-2017an de di Desteya Rêveberîyê ya Komeleya Nivîskarên Kurd de cî girtîye. Yek jî damezrînerê Komeleya Wêjekarên Kurd e û hevserokatiya vê komeleyê kiriye.