Ermenistan terka Rûsyayê dike

Ermenistan endamtîya xwe ya Rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolektîf bi dawî dike.

Serokwezîrê Ermenistanê Paşînyan endamên rêxistinê bi hevkarîya bi Azerbaycanê re sûcdar kir.

Ermenistan endamtîya xwe ya Rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolektîf (bi îngilîzî CSTO) bi dawî dike.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan li ser vê mijarê di parlamentoyê de axivî.

Paşînyan endamên rêxistinê bi hevkarîya bi Azerbaycanê re sûcdar kir û wiha axivî:

“Em ê biryara dema veqetînê bidin. Em ê careke din venegerin vê rêxistinê. Rêyekê me yê din tune ye.”

Li alîyekî din, Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Nîkol Paşînyan da zanîn, gotinên Paşînyan nayê wateya vekişîna temamî ji bê rêxistinê.

Rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolektîf di bin pêşengîya Rûsyayê de di 2002an de hat damezrandin.

Azerbaycan, Belarûs, Ermenistan, Kazakistan, Kirgizistan û Tacîkistan endamê vê rêxistinê ne.

Li gorî peymana hatîye îmzekirin, di dema êrişekê de divê rêxistin endamên xwe biparêze.

Tevî vê jî, di dema êrişa Azerbaycanê de rêxistin Ermenistanê tenê hişt.

Di şerê 44 rojan de Azerbaycan piranîya Qerebaxa Çiyayî ji Ermenistanê girt û paşê jî hemû civaka ermenî neçar hişt terka herêmê bike.

Azerbaycan piştî vê jî nesekinî û zext û êrişên xwe yên li ser sînorên Ermenistanê zêde kirin.

Ermenistan niha ji bo ewlehîya sînorên xwe bi Azerbaycanê re muzakereyan dimeşîne.

———————————————–

Foto: Alên endamên Rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolektîf/Malpera CSTO 

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Amerîka navbeynkarîya Rûsya û Ukraynayê kir

Li Erebistana Siûdî hevdîtinên muzakereyên agirbesta Ukraynayê hebûn. Heyeta Amerîkayê hem bi Ukraynayê û hem …