Rûsya li Xersonê li defa hawarê dixe

Rûsya li başûrê Ûkraynayê bi têkçûneke leşkerî re rû bi rû ye.

Rewşa xeter a li eniya Xersonê dawiya dawî ji aliyê Moskowê jî hate qebûlkirin.

Rûsya li başûrê Ûkraynayê bi têkçûneke leşkerî re rû bi rû ye.

Rewşa xeter a li eniya Xersonê dawiya dawî ji aliyê Moskowê jî hate qebûlkirin.

Fermandarê nû yê hêzên rûs ên li Ûkraynayê Sergey Surovikin got, şer li Xersonê giran e.

Surovkin di hevpeyvîna xwe ya di qenala nûçeyan Rossiya 24 de wiha axivî:

Rewşa li vê qadê dijwar e. Dijmin bi eşkereyî êrişî binesaziyê û wargehên sivîl dike.

Surovikin diyar kir, êriş dibe sebeb xetên elektrîk û avê zirar bibînin û welatî nikaribin têra xwe bigihîjin xurekan.

Generalê rûs ji ber van sebeban jî got, divê sivîlên li herêmê bên tehliyekirin.

Li aliyekî din, rewşa dawî ya li artêşa rûs ya li Ûkraynayê ji aliyê îstixbarata leşkerî ya Brîtanyayê jî hate piştrastkirin.

Di daxuyaniyeke dawî de hate ragihandin, “piraniya rêvebiriya leşkerî ya rûs a li Ûkraynayê bêkêr e û ev jî dibe sebeba paşveçûna hêzên rûs.”

Ûkrayna di rojên dawî de ragihandibû, ew li eniya Xersonê pêş de diçe.

Çavkaniyên biyanî jî diyar kiribûn, artêşa rûs ji Xersonê 20-30 km vekişiya ye.

Xerson parêzgeheke li başûrê Ûkraynayê ye. Ji ber peravên ku sînorên wê bê Kirimê re heye û nêzîkî Odesayê ye, parêzgeh ji bo Rûsyayê ciyekî stratejîk e.

Hêjayî gotinê ye, parêzgeha Xersonê îend heftey berê tevlî 3 herêmên din ên li rojhilat û başûrê Ûkraynayê hatibû îlhaqkirin.

Biryara îlhaqê li qada navneteweyî rastî reaksiyonan hatibû û ji aliyê Ûkrayna û dostên wê yên navneteweyî hatibû redkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …