Platforma Gelan li Awusturyayê kom dibe

Li paytext Wiyana ya Awusturyayê Platforma Gelan A Ewrûpayê tê lidarxistin.

Ji 30 welatan 160 rêxistin, kom, tevger û komele tevlî vê platformê dibin.

Platforma Gelan A Ewrûpayê li ser banga Akademiya Modernîteya Demokratîk, di navbera 14 û 16’yê sibatê de, li paytex Wîyana ya Awusturyayê kom dibe.

Ji derdora 30 welatan, li ser navê zêdetirî 160 rêxistin, kom, tevger, tor û komeleyan 700 kes tevlî bernameyê dibin.

ber“em înisiyatîfê dîsa bixin dest” tên gel hev.

Amadekariya hevdîtinê nêzî salekê ye dewam dike.

Armanca hevdîtinê ev e ku li dijî êrîşkariya pergala kapîtalîzmê ya ku her diçe rêxistinbûna civakî zeîf dike nîqaşan pêk bîne.

Di navbera sê rojan de, wê 9 dezgehên nîqaşê bên sazkirin.

Armanca nîqaşan ev e, perspektîfeke derxe holê da ku gelên Ewrûpayê ku bikaribin li ser zemînekê bên birêxistinkirin.

Kî beşdarî vê bernameyê dibe?

Rêxistinên sereke yên wê beşdar bibin ev in:

Ji Îtalyayê “Non Una Di Meno” û “Potere al Popolo”,

Ji Fransayê “Solidaires Union Syindicale” û “Les Soulèvements de la Terre”,

Ji Welatê Baskê “Askapena”,

Ji Katalonyayê “Endavant OSAN”,

Ji Îspanyayê “Confederación General del Trabajo”,

Ji Yûnanistanê “Rouvikonas”,

Ji Makedonyaya Bakur “Dunja Social Center”,

Ji Almanyayê “Interventionistische Linke”,

Ji Awusturyayê “Women's International League for Peace and Freedom”,

Ji Sirbistanê “Partija Radikalne Levice – PRL”,

Ji Portûgalê “Rede de Apoio Mútuo”,

Jî Îrlandayê “Slí Eile – Action for a Planet Beyond Capitalism”,

Ji Kibrisê “Union of Cypriots”,

Ji torên navneteweyî “Transnational Institute of Social Ecology (TRISE)”, “Network for an Alternative

Quest”, “Jineoloji Europe”, “International League of Peoples Struggle (ILPS)” û “Ronahi – Youth Center”

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Dadgeha Gelan Tirkîyeyê sûcdar dît

Dadgeha Gelan li Brukselê biryar da: Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka Sûriyeyê yên bêyî …