Frederiksen Greenlandê bi Trump re axivî

Serokwezîra Denmarkê Frederiksen ji Trump re got, Greenland ne milkeke ji bo firotanê ye.

Trump di hefteyê dawî de daxwaza xwe ya ji bo kirîna Greenlandê ya ji Denmarkê ifade kiribû.

Paşê, Trump di daxuyanîyeke çapemenîyê de opsiyona bi darê zorê kontrolkirina Greenlandê red nekiribû.

Denmark ji bo meseleya Greenlandê bi Amerîkayê re li rêyên dîyalogê digere.

Serokwezîra Denmarkê Mette Frederiksek dawîya dawî vê meseleyê bi Trump re axivî.

Serokwezîra denmarkî da zanîn, encax niştecîyên Greenlandê dikarin ji bo qedera welatê xwe biryarê bidin.

Hefteya borî Frederiksen ragihandibû, wê ji Trump daxwaza axaftina bi telefonê kirîye.

Trump derbarê axaftina bi Frederiksen re tiştek negot lê di dewsa vê de di medyaya civakî de encamên rapirsîyeke 2019an a li ser tercîhên greenlandîya parve kir.

Li gorî vê anketê, ji % 68ê niştecîyên giravê serxwebûnê dixwazin.

Çima Trump Greenlandê dixwaze?

Greenland girava herî mezin a cîhanê ye û bi ser Denmarkê ve ye. /Nexşe: Wikipedia

Trump di hefteyê dawî de daxwaza xwe ya ji bo kirîna Greenlandê ya ji Denmarkê ifade kiribû.

Paşê, Trump di daxuyanîyeke çapemenîyê de opsiyona bi darê zorê kontrolkirina Greenlandê red nekiribû.

Ev jî li Denmark û Yekitîya Ewrûpayê bûbû sebeba fikaran û li hember gotinên Trump reaksiyon hatibûn nişandan.

Greenland li herêma Arktîkê xwedî ciyekî stratejik e û ji alîyê çavkanîyên binerdê ve dewlemend e.

Trump dibêje, bidestxistina Greenlandê ji bo ewlehîya Amerîkayê pêdivîyek .

Infowelat

———————————–

Foto: Serokwezîra Denmarkê Mette Frederiksek/Medyaya Civakî

Greenland wê di rêya serxwebûnê de bimeşe

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Dadgeha Gelan Tirkîyeyê sûcdar dît

Dadgeha Gelan li Brukselê biryar da: Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka Sûriyeyê yên bêyî …