A.Rahman Çelîk
Parlemana Iraqê pêşniyara guherînên di Qanûna Rewşa Kesan de pesend kir.
Reforma dawî di zewac, hevberdan û mîrasê de zêdetir erkê dide dadgehên Îslamî.
Rexne hene ku guherîn wê rê li ber zewicandina zarokan veke.
Parlemana Iraqê hin guherînên di Qanûna Rewşa Kesan de hatibûn pêşniyarkirin, pesend kir.
Serokê Parlemanê îddia kir ku wê edaletê xurttir bike û jiyana rojane ya welatiyan saz bike.
Guherînên dawîn di mijarên malbatî yên wekî zewac, hevberdan û mîrasê de zêdetir erkê dide dadgehên Îslamî û serdestiya mêran.
Fikar ev e, reforma nû wê rê li ber zewicandina zarokan veke.
Qanûna 1959an baştir bû
Hiqûqnas dibêjin Qanûna Rewşa Kesan a sala 1959’an ji rewşa niha hatiye qebûlkirin pêşketîtir e.
Guherîn tevî ku qanûnê qels dikin, wê bibin sedema pirsgirêkên di nava civakê û malbatê de mezintir û kûrtir bibin.
Li gorî qanûnên Iraqê temenê zewicandinê 18 ye.
Guherînên dawîn derfetê dide sazîyên olî hiqûqa Îslamî li gorî xwe şîrove bikin û hikum bidin.
Reaksîyonên cîvakî
Saziyên jinan û mafên mirovan destnîşan dikin ku vê çarçoveyê, bi taybetî jî wê bandorê li ser zarokên keç ên di temenê balixbûnê de bike û bibe sedema bi darê zorê bên zewicandin.
Bi piranî parlementerên Şiî desteg dan pêşniyara guherînê.
Sedema guherînan tê destnîşankirin ku li gorî têgehên Îslamî bê sazkirin û bandora Rojava ya li ser çanda Iraqê bê kêmkirin.
Parlemanê di heman katê de, efuya giştî ya bi kêrî girtiyên Sunnî û kesên gendelî kirine û pere xwarine tê jî erê kir.
Hevpeymaniya 188 a Silêmaniyê îroj li ber Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê li darxist.
Hevpeymaniya 188 a Silêmaniyê erêkirina guhertina Qanûna Rewşa Kesan şermezar kir û wek biyarek dijmirovî bi nav kir.
Foto: Ala Iraqê