ENKS dixwaze li Rojava çi bike?

Çawa wê kurdên Rojava di muzakereyên bi rêveberên nû yên Şamê re bên temsîlkirin?

Hevdîtinên ji bo zelalkirina vê mijarê li Rojava berdewam dikin.

ENKS gef li rêveberîya Rojava dixwe û dibêje, eger helwesteke yekgirtî pêk neye ew ê bi tena serê xwe bi HTŞê re muzakereyan bike.

Çawa wê kurdên Rojava di muzakereyên bi rêveberên nû yên Şamê re bên temsîlkirin?

Hevdîtinên ji bo zelalkirina vê mijarê li Rojava berdewam dikin.

Aliyên hevdîtinan Partîyên Yekitîya Neteweyî ya Kurd (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) ye.

Civîneke dawî ya di navbera her du alîyan li bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Piştî civînê vê daxuyanîya hevpar hat dayîn:

“Civîn ji bo gotûbêjkirina damezrandina helwesteke Kurdî ya yekbûyî ya di çarçoveya Sûrîyeya nû de hate kirin. Alîyan li ser girıngîya berdewamîya bilez a hevdîtinan li hev kir”

ENKS ku koalisyoneke ji çend partîyan pêk tê, dixwaze di proseya jinûvedizaynkirina Sûrîyeyê de rolekê bilîze.

Loma jî heta ji wê tê xwe wekî nûnerê kurdên Rojava nişan dide.

ENKS destekê ji Tirkîyê û Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) digire.

Serokê ENKSê Silêman Oso ku tevlî civîna Hesekê bû, di derbarê mijara yekitîyê de ji Dengê Amerîka re axivî.

Oso got “Ku em nikaribin bi şandeke yekbûyî herin Şamê, pirsgirêk nayên çareserkirin.”

Herwiha Oso da zanîn, Amerîka, Fransa û Brîtanya hewl didin ku herdu alîyên kurd li hev bikin.

Gefa ENKSê

Serokê berê yê PYDê Salih Mislim di vê mijarê de vê agahîyê daye Dengê Amerîkayê:

“Civînên heyî hîn di qonaxa şêwirê de ne. Tiştekî konkret derneketiye, lê ji xwe ENKSê hinek kesayetî şandine Şamê jibo hevdîtinan.”

ENKS çûna nûnerên xwe ya Şamê qebûl dike lê idîa dike ew kesayetî ne li ser navê wê bi HTŞê re hevdîtin pêk anîne.

Lêbelê di heman demê de ENKS gef li rêveberîya Rojava dixwe û dibêje, eger helwesteke yekgirtî pêk neye ew ê bi tena serê xwe bi HTŞê re muzakereyan bike.

Ev jî xetereya herî mezin a li hemberê misogerkirina mafên kurdan li Sûrîyeyê ye.

Infowelat

—————————————

Foto: Serokê ENKSê Silêman Oso/Dengê Amerîka

Fransa ji bo yekitîya kurdan hewl dide

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …