Trump Investigations FBI

Trump li dadgehê neaxivî

Serê serokê Donald Trump bi dadgehên Amerîkayê re di belayê de ye

Piştî biserdagirtina koşka wî ya li Florîdayê, vê carê Trump derket pêşberî dadgehê

Trump bi manîpulasyona qîmeta erd û xaniyên li ser navê şîrketa xwe tê tometbarkirin

Doza ku wê Trump derbarê îdîayên karên nelirê de îfadeyê bide, duh li New Yorkê pêk hat.

Lîderê berê yê Amerîkayê ji navenda Birca Trump bû, ji vir berê xwe da dadgehê.

Lê berevajiya bendewariyan, Trump li dadgehê bêdeng ma û bersivê dozger neda.

Trump got, ew di çarçoveya Destûra Bingehîn a Amerîkayê de mafê xwe yê bêdengmayinê bi kar tîne.

Serokê berê yê Amerîkayê ji bo berjewendiyên aboriyê bi karên nelirê tê tometbarkirin.

Li gorî îdîayan, şîrketa Trump bi mebesta ji bankeyan krediyê bigire qîmeta erd û avahiyên xwe zêde nîşan daye.

Li aliyekî din, tê îdîakirin, heman şîrket ji bo bacê kêm bide vê carê qîmeta hebûnên xwe kêm nîşan daye.

Operasyona FBI’yê

3 roj berê jî endamên îstixbarata navxweyî ya Amerîkayê FBI bi ser vîllaya Trump a li Florîdayê de girtibûn.

Hejmarake zêde endamên îstixbaratê, bi armanca dîtina belgeyên dewletê, di vîllayê de lêgerîneke berfireh pêk anîbûn.

Operasyona FBI’yê ya di koşka li Florîdayê rastî protestoya alîgirên serokê berê yê Amerîkayê hatibû.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …