Rio de Janeiro jenosîda ermeniyan naskir

 

 

 

 

Eyaleta Rio de Janeiro yê Brezîlyayê jenosîda ermeniyan naskir. Tevlî Rioyê heta niha Parana, Ceara û Sao Paoloyê ku her sê jî eyaletên Brezîlyayê ne, jenosîdê naskirin.

Di 24’ê Tîrmehê de Qanûna 7046/2015 a naskirina jenosîda ermeniyan ji aliyê waliyê Rio de Janeiroyê Luiz Fernando Pezao ve hat îmzekirin. Vê qanûnê li eyaletê 24’ê Nîsanê ji bo “Roja Naskirin û Bîranîna Qurbanên Jenosîda Ermeniyan” diyar dike.

Pêşniyaza qanûnê ji aliyê Cîgirê Meclîsa Rio de Janeiroyê Jorge Picciani ve hat amadekirin û gerînendeyê Polîtîka û Têkiliyên Derve yên Komîteya Ermenî ya Neteweyî ya Brezîlyayê Onnig Tamdjian û hin ermeniyên din di amadekirina wê de roleke girîng lîst.

assembleia legislativa rio de janeiro2

Tamdjian di derbarê mijarê de wiha axivî: “Di nava civakên ermeniyên din ên li Eyaleta Sao Paolo û bajarê wê Sao Jose do Rio Pretoyê hin deklerasyonên piştgiriyê yên bi gelê ermenî re yên meclîsên lokal pêk hatin. Hebûna malbatên ermenî yên li eyaletên Ceara û Parana jî ji bo lîderên siyasî girîng bû ku ew destekê bidin vê dozê.”

Tamdjian ji bo Rioyê jî got ku “însîyatîf bi serokê Clube Engenharia (Klûba Endezyariyê) Francis Bogossian ku kurê Jacob Bogossianê ji jenosîda ermeniyan reviyaye û bi şerê xwe yê dehan salan a ji bo domandina dîroka ermeniyan, endamekî aktîf ê civaka ermenî ya vî bajarî bûye, dest pê kir.”

Jorge Picciani di Çileya 2015’an de pêşniyazqanûnê pêşkêşî meclîsê kiribû. Di qanûnê de tê gotin ku “di 24’ê Nîsana 1915’an bi dehan lîderên ermenî li Stenbolê hatine girtin û kuştin. Armanca qirkirinê tunekirina gelê ermenî bû û hovîtî û bikaranîna koçkirina bi zorê bi giranî bi armanca tunekirinê hatiye kirin.”

Li seranserê cîhanê heta niha ji 20’î zêdetir welat jenosîda ermeniyan bi awayekî fermî naskirine.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …