Enstrument di dest de
Mîna ku çêkerên hûngiv li kulîlkan bigerin
Helbestan dipelînin pêçiyên te
Wisa li min nenerre
Zarşîrîn û diltenik
Rûmetnasê kedê yî tu
Bila hesp dêla xwe diyarî kemanê bike
Sîsirk tevî meqamê xwe
Şalûl û bilbil xwe saz bikin werin
* * * *
Stranbêjê warekî wêrankirî yî tu
Naxwazim barê te giran bikim
Ji min re
Sî bemolê di çel bermîlan de bikelîne
Notaya pêr li do-re-mî‘yê zêde bike
Û ji hev veçirrîne perdê
Bila ne diyez zanibe li ku ye
Ne jî nifta çep kîjan solê têxe pê
Mal û halê dinyalikê
Zengiloka şeroyê biro deyne ser
* * * *
Nehêle dilê yekê jî bimîne
Ûd piano saksofon
Bilûr û tembûr
Hawara pepûkê
Şîrqîna brûskê tê de
Qitik qirdîlek
Hût û Nehît lê kom bibin
Mî berxika xwe şîr bide
Fa bibe zurafa
* * * *
Stranbêjê warê wêrankirî
Bêhna şewatê tê ji dengê te
Bigire derî li ser xem û fikaran
Kesê kirasê celîbûn û tenêtiyê lixwekirî
Dikane jînenîgariya felekê binivîse
Xeberê bigihîne xweşiktirîn çavreşa cîhanê
Dilketiyê têla gîtarê birîndar e
Bila çend ta por bişîne
* * * *
Duayên ewliyan
Qesîdeyên hezkiriyan in stran
Şûjdê bernadin serên helbestvanan
Dibêjin dilê lalo ketiye layê
Lê la tim ji bênamûsan hez dikin
Û tebîetekî jiyanê ye ev
* * * *
Stranbêjo
Li rûkala vê porkurra gerdûnê
Xayîntir û xapînoktir nîne ji zurriyeta adêm bi wê de
Berê bi muzîkê dihatin dermankirin nexweş
Nuha pêwîsttirîn beşa lezgîn nezanîkujî
Nayê peydakirin li tu nexweşxaneyan
* * * *
Biêştir deng bihîstiye te gelo
Ji yê ku kula kezebê dîtiye
Bila zarokî be aliyekî wê
Û tu carî neyê kuştin
‘Hilindir milindir law ji bavê bilindtir‘ bibin
* * * *
Întro talankirina mejî ye dema dikevin derekê dagirker
Di nîvê her taxê de minare û dibistanan diçikînin
Bilind dikin standarda ehmeqiyê
Bila mêrxasî jinxasî be strana te
Es xwe biavêjin ber tekerê bişaftinê
Re rê bigirin oktav biteqin
Nekeve devên biçûkan zimanê jahrdaran
* * * *
Stranbêjo dîno gêjo
Şerr şorreş qiyamet e îroj
Bila ev stran ne stran be
Yan jî stran ne ev be
Li ser pêla dil û dilodîntiyê
Veke çavên koran
Ûjdanên çavsoran
Mişk û mar
Destar û keftarr
Ên li pey çeqçeqê heta bi yên galaksî şaşkirî
Hemû zindî pê bihesin ku
Di vê cîhana li asîman ji gunikê kelmêşê biçûktir de
Welatekî bi navê xwe kurdistan jî heye
Û
Li vir neqede tofan
Ava serê mirinê bikele
Boçika zurnê di firnikê atomê de bialiqe
Xweda bikeve bi ser bêhiştî û konetiyê de
Ne ker herrin cîhadê
Ne rovî mirîşkan bidizin
Û stran tenê di ber hezkirinê de can bidin
Zürich, Payiz 2015
Foto: Wêneyê “Gîtarjen” ê Pablo Picasso
——————————————————-
Kî ye Cemîl Denlî?
Di sala 1968an de li gundê Diemê yê Qoserê hat dinyê. Dibistana seretayî li vî gundî, a navîn û lîseyê li Qoserê xwend. Herî dawî li Enqereyê li Zanîngeha Hacettepeyê Beşa Ziman û Edebîyata fransî xwend. Nivîskar di 1996-97an de wekî redaktor, nivîskar û wergêr li kovara Jîyana Rewşenê xebitî. Di sala 1999an de di weşandina kovara qerfî Pîneyê de cîyê xwe girt. Nivîsên wî di vê kovarê de di quncika Tara Bêjingî de hatin weşandin. Cemîl Denlî ji bilî kurdî û tirkî. b, zimanên îngilîzî, fransî û almanî dîzane. Denlî ji sala 2000î û vir ve li bajarê Zurichê ya Swîsreyê dijî.
Berhemên Cemil Denlî:
-
Tav û Leylan, helbest 2004, Bajar
-
Sêva Delalî, qerf, 2005, Belkî
-
Min Hêsîr Vexwarine ji Reşika Çavên Te, helbest 2012, Belkî
-
Destûra Bê û Baranê: Helbesta Reşbelek, helbest 2014,Belkî