Di 28 Adara 1975an de FRETILIN bi danezanekê bi awayekî yekalî serxwebûna Komara Demokratîk a Tîmora Rojhilat ragihand. Portûgal û her du welatên cîran Îndonezta û Awustralya li hember serxwebûnê derketin. 6 dewletên ku ji aliyê partiyên Marxist-Lenînîst ve dihatin rêvebirin serxwebûna komara nû naskirin. 5 ji van dewletan koloniyên kevn ên Portekîzê bûn, (Angola, Cape-Verde, Gîne, Gîne-Bîsaû, Mozambîk, Sao-Tome û Prînsîpe).
PROFÎL
Nifûs: 1.167,242 (2015)
Berfirehbûn: 15,410 km2
Paytext: Dîlî
Zimanên fermî: Portûgalî, tetûm
Serxwebûn: 2002
Kurtedîrok
Tîmor giraveke li başûrê rojhilatê Asyayê ye ku li rojhilata Îndonezyayê û li bakurê peravên Awustralyayê cî digire. Girav di nîvê sedsala 16. de ji alîyê Portûgalê ve tê dagirkirin. Paşê, Holanda rojavayê giravê dagir dike û 1859an Tîmor di navbera her du hêzên kolonyalîst de tê parvekirin. Ji ber berxwedana tîmoriyan, hebûna herêmên çiyayî, hebûna terîqa Domînîken û êrîşên holandiyan, kontrola rêvebiriya Portûgalê li paytext Dîlî û derdora wê ve hatiye bisînorkirin. Piştî dagirkirineke kurt a giravê ji aliyê Japonyayaê ya di Şerê Cîhanê yê II. de, carek din rojhilat dikeve destê Portûgalê. Ji ber hevkarîya tîmoriyan a bi dewletên Hevpeyman re, Artêşa Japon gelek gundên Tîmorê dişewitîne û di navbera 40 û 70 hezarî de tîmorî tên kuştin.
Di 1955an de Portûgal koloniya Tîmora Rojhilat (Tîmor Leste) vediguherîne Parêzgeha Deryayî ku otorîteya wê di destên waliyê portûgalî û meclîseke herêmî de ye. Ligel van her du otorîteyan, tesîra serekeşîrên bi navê liurai jî li her aliyê Tîmorê didome. Ji dema destpêka kolonîzasyona giravê û bi şûn ve, Tîmora Rojhilat dibe yek ji welatê li herêmê ku herî zêde di warê perwerdeyê, xizmetên tenduristiyê û aboriyê de li paş maye.

Proseya dekolonîzasyonê
Piştî Şoreşa 1974an a Portûgalê, aliyên serxwebûnxwaz ên Tîmorê ketin nava tevgerê. Lê di heman salê de Lîzbon waliyek din ku wê bibûna waliyê dawiyê şand giravê. Walî bi biryarnameyek partiyên siyasî yên Tîmora Rojhilat serbest kir û ji bo pêkhatina Meclîsa Damezrîner, di 1975an de hilbijartin hatin lidarxistin. FRETILIN û UDT di encamên hilbijartinê de bûn du partiyên serkeftî yên serxwebûnxwaz.
Piştî hilbijartinê, Îndonezya ji bo tifaqa partiyên tîmorî xera bike ket nav tevgerê û koalîsyona her du partiyên mezin ên T. Rojhilat bi dawî bû. Di vê pêvajoyê de UDTya ku ji ber popularîteya FRETILIN (Eniya Şoreşger a ji bo Tîmora Rojilat a Serbixwe) a di nava civakê de aciz bûbû, li hember rêvebiriya T. Rojhilat derbeyek leşkerî pêk anî. Lê vê hewldanê bi hevkariya hêzên portûgalî û FRETILINê hat astengkirin.
Di 28 Adara 1975an de FRETILIN bi danezanekê bi awayekî yekalî serxwebûna Komara Demokratîk a Tîmora Rojhilat ragihand. Portûgal û her du welatên cîran Îndonezta û Awustralya li hember serxwebûnê derketin. 6 dewletên ku ji aliyê partiyên Marxist-Lenînîst ve dihatin rêvebirin serxwebûna komara nû naskirin. 5 ji van dewletan koloniyên kevn ên Portekîzê bûn, (Angola, Cape-Verde, Gîne, Gîne-Bîsaû, Mozambîk, Sao-Tome û Prînsîpe).
Dagirkirina Endonezyayê û şerê rizgariyê
Bi tenê neh roj piştî danezana serxwebûnê, hêzên Îndonezya ket Tîmora Rojhilat. Artêşa îndonezî di demeke kurt de hemû navendên li rojhilat dagir kirin. Di navbera çend mehan de hejmara hêzên dagirker ên li rojilat derket 35,000î. Berevajiya rêvebiriya kolonyal a Portûgalê, Îndonezya rêvebiriyeke navendî ya rasterast girêdayê xwe damezrand. Apodetî û UDT ku her du jî hêzên T.Rojhilat bûn bi dagirkeran re hevkariyê kirin û di Hikumeta Demborî ya Tîmora Rojhilat de ciyê xwe girtin.
Meclîsa Gel a Dîlîyê ku ji aliyê dagirkerên nû ve hatibû pêkanîn, di 1976an de bi Qanûna Entegrasyonê Tîmora Rojhilat tevli Endonezyayê kir. Tîmora Rojhilat bi vê qanûnê bûbû parêzgeha 27. Îndonezyayê. Lê ne Portûgal û ne jî qada navneteweyî îlheqkirina Tîmora Rojhilat qebûl nekirin.
Di 12 qanûna paşîn 1975an de, Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bang li Konseya Ewlekariyê ya NYyê kir ku ji bo parastina yekitiya erda Tîmora Portûgalê û mafê self-determînasyonê ya gelê wê tedbîrên pêwîst bigire. Ligel vê jî, welatên Rojava desteka xwe ya leşkerî û firotina çekan a ji bo Îndonezyayê domandin. Tê ragihandin ku DYA di dema pêvajoya dagirkirin û pevçûnê de ji % 90ê çekên artêşa dagirker peyde kiriye.

Bi armanca rizgariya welêt, baskê leşkerî ya FRETILIN a bi navê FALINTIL (Hêzên Çekdarî ya Rizgariya Tîmora Rojhilat) li hember dagirkeran dest bi şerê gerîla kir. Di heman demê de, li derveyê welêt jî ji bo xebata dîplomasiyê Eniya Dîplomasiyê hat damezrandin. Paşê, di bin rêvebiriya Xanana Gusmao de polîtîkaya yekitiya neteweyî hat meşandin. Bi vê armancê, ligel yekitiya hêzên tîmorî, bi riya nepolîtîzekirina hêzên leşkerî hat xwestin ku bingeha berxwedanê bê firehkirin. Di heman demê de CRRN (Konseya Berxwedana Neteweyî) hat guherandin û di dewsa wê de CNRT (Konseya Neteweyî ya Berxwedana Tîmorê) hat damezrandin.
Di çend salên destpêkê de hêzên FALINTIL serfiraziyek berbiçav bi dest xistin û çend herêman rizgar kirin. Piştî demekê, ji ber êrîşên giran ên hêzên dagirker FALINTIL ji gelek herêman paş vekişiya. Hêzên dagirker ji bo têkşikandina civaka destekê dide FRETILIN, hemû giravê girtin bin ablûkayeke deryayî û di encam de bûn sebeba berdêlên giran. Tê texmînkirin ku di navbera pêvajoya şer a 1974-1999an de 18,600 kes hatine kuştin lê 84,200 kes ji ber birçîbûn û nexweşiyê mirine. Li gorî çavkaniyên hikumeta Tîmora Rojhilat, li derdora 250,000 tîmorî di dema pêvajoya dagirkirina Endonezyayê de mirine. Ev jî dike ji sêyan yek hemû nifûsa Tîmora Rojhilat.
Referendûm û serxwebûn
Piştî dagirkirinê, di heman salê de Tevgera Piştgiriyê ya Tîmora Rojhilat hat damezrandin. Dêra katolîk a li rojhilat, komên mafên mirov û parazvanên aştiyê tevlî vê tevgerê bûn. Tevger di demeke kurt de li gelek aliyê cîhanê hat naskirin û bi taybetî li Portûgal, Awustralya, Fîlîpînan, koloniyên kevn ên Portûgalê yên li Afrîkayê, DYA, Kanada û Ewrûpayê çalakiyên pir xurt li dar xistin.
Bi taybetî, rola Dêra Katolîk a Tîmorê di tevgera piştgiriyê de gelek girîng tê hesibandin. Beriya dagirkirina Îndonezyayê, li Tîmora Rojilat ji % 25ê gel katolîk bû lê vê hejmarê di 20 salên piştî dagirkirinê de derket ji % 95.

Yek ji bûyera ku serxwebûna Tîmora Rojhilat nêzîk kiriye Komkujîya Dîlîyê ye. Di 12yê qanûna pêşîn a 1991an de hêzên îndonezî bi hovane êrîşî xwepêşandanek aştîxwaz a tîmoriyan kirin û 250 çalakgeran kuştin. Ev bûyer di warê desteka navneteweyî ya ji bo Şoreşa Tîmorê de encamên mezin bi xwe re anî. Ji ber gurbûna çalakiyên li dijî vê bûyerê û xurtbûna desteka ji bo serxwebûna Tîmora Rojhilat, di 1999an de DYA û Awustralya firotina çekan a ji Îndonezyayê re sekinandin.
Ji ber zextên qada navneteweyî, Îndonezya mecbûr hat hiştin ku li Tîmora Rojhilat referandûmeka ji bo serxwebûnê li dar bixe. Di 30ê tebaxa 1999an de referandûm hat lidarxistin û ji % 78.5ê tîmoriyên rojhilat ji bo serxwebûnê dengên xwe bi kar anîn. Îndonezya dixwest bi vê referandûmê Herêma Xweser a Taybet a Tîmora Rojhilat damezrîne û hebûna xwe ya li herêmê dom bike.
Mixabin, Îndonezya û hevkarên tîmorî yên girêdayî wê, rêzê ji encamên referandûmê re negirtin û li her aliyê Tîmora Rojhilat dest bi êrîşan kirin. Lê vê carê hêzên mezin ên cîhanê midaxale kirin û bi riya NYyê, li ser navê INTERFET’ê (Hêza Navneteweyî ya Tîmora Rojhilat) ku ji 9.900 leşkeran pêk dihat, şandin welêt.
NY di 1999an de li welat Rêvebiriya Demî ya Neteweyên Yekbûyî ya Tîmora Rojhilat (UNTAET) damezrand. Piştî hilbijartina 2001an a ji bo meclîsa damezrîner, destûreke bingehîn hat nivîsandin û di 2002an de Tîmora Rojhilat bû welatek serbixwe. Xanana Gusmao ku di hemû pêvajoya şer de serokê şoreşê bû, bû serokê nû yê dewletê.
Hin faktorên ji bo serfiraziya têkoşînê
Yek rastiyek ku li ser serfiraziya têkoşîna ji bo serxwebûnê tesîr kiriye bê guman karên di qada dîplomasiyê de hatine kirin e. Tê qebûlkirin ku dewleteke wekî Îndonezyayê mezin û xwedî artêşeke xurt ne di encama şerê çekdarî de lê bi giranî bi hewldanên serfiraz ên dîplomasiyê hatiye têkbirin. Serokatiya şoreşa Tîmora Rojhilat bi serfriazî şerê çekdarî û dîplomasiyê bi hev re meşandiye û ji proseya dekolonîzasyonê ya ku di salên 1970an de derketiye asta herî bilind, sûd wergirtiye.

Li aliyekî din, di serxwebûna welêt de rola Mozambîkê jî divê neyê jibîrkirin. Mozambîk wekî Tîmora Rojhilat koloniyek Portûgalê bû û beriya Tîmorê serxwebûna xwe bi dest xistibû. Rêvebiriya kolonyal a li Tîmorê ji mêj ve têkoşerên tîmorî dişandin Mozambîkê sirgûnê. Serokên Soreşa Tîmorê bi salan li vî welatî man û bi têkoşerên rizgariya Mozambîkê re dostaniyek xurt damezrandin. Mozambîk deriyên xwe bi dilxweşî ji bo rêvebiriya FRETILIN re vekir û di her warî de destekek xurt da doza wan ê serxwebûnê.
Yek ji kesê herî zêde ji bo serxwebûnê xebat kiribû, bê guman serokê şoreşê Xanana Gusmao bû. Dema ku Gusmao di 1992an de ji aliyê Endonezyayê ve hat girtin, wekî Nelson Mandela hat binavkirin. Gusmao bi serfirazî rêbertiya xwe di girtîgehê de jî domand û li dora navê wî gelek dilxwazên serxwebûnê gihiştin hev. Di hilbijartina 2001an de Xanana Gusmao partiyek nû ya bi navê Kongreya Neteweyî ya ji bo Jinûveavakirina Tîmorê (CNRT) damezrand û bû serokê welêt. Lîderê Şoreşa Tîmorê Gusmao heta 2015an li ser kar ma.
Fotoyê sereke: Ala Tîmora Rojhilat
———————————-
Di hejmara 8. a Rêya Serxwebûnê de hatîye weşandin. Sernivîsa esil hatîye guherandin.