Kurdistanî parçebûna welatê xwe protesto kirin

Peymana Lozanê di salvegera 101. de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hat protestokirin.

Bi hezaran kurdistanî tevlî çalakîyê bûn û dostên înternasyonalîst ên swîsrî destekê dan çalakîyê.

Peymana Lozanê di salvegera 101. de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hat protestokirin.

Pêşengiya çalakîyê ji alîyê  YNK, Tevgera Goran, Rêveberiya Xweser a Rojava, KCDK-E, TJK-E, PYD, ESU, PÎK gelek komên din ên polîtîk ve hat kirin.

Çalakger li qada Pionnieres li hev kom bûn û heta  Chateau d’Ouchy ku hevdîtinên Peymana Lozanê lê hatibûn kirin, meşiyan.

Bi hezaran kurdistanî tevlî çalakîyê bûn û dostên înternasyonalîst ên swîsrî destekê dan çalakîyê.

Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut di axaftina destpêkê kir ûbi van gotinan balê kişand bandora Peymana Lozanê ya li ser rewşa niha ya Kurdistanê.

“Em baş dizanin ku berpirsyarê her komkujî û sûcên ku 100 sal in li Kurdistanê diqewimin, yên ku vê peymanê îmze kirine ne. Tecrîda li Îmraliyê û êrîşên li ser Rojava jî weke bandora encamên vê peymanê dewam dikin. Em ê bi têkoşîna xwe re vê peymanê têk bibin. Me vê peymanê qebûl nekir û em ê qebûl nekin.”

Ji Parlementoya Federal a Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Laurence Fehlmann Riell di axaftina xwe de li ser împeryalîzma tirk roja îro sekinî.

Riell got, dewleta tirk li Qerebaxê, Rojavayê, Başûr û Bakurê Kurdistanê li dijî miletan şer dike û divê  civaka navneteweyî divê li dijî Tirkiyeyê bikeve nava tevgerê.

Endamê Meclîsa Şaredariya Lozanê Davît Payot û ji Tevgera Greva Jinê ya Swîsreyê Marion Novet jî di axaftinên xwe de tevî dijberîya Peymana Lozanê, desteka xwe ya ji bo têkoşîna rizgarîya Kurdistanê ragihandin.

Di çalakîyê de li ser navê PYD’ê Fuat Omar axivî û got “Têkoşîna li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê mezin bikin”

Axaftina li qada  Chateau d’Ouchy ji alîyê endamê Konseya Rêveber a KCKê Zubeyir Aydar ve hat kirin.

Aydar wiha axivî:

Lozan/Lausanne bajarekî 4. mezin ê Swîsreyeyê ye/.Travellingbookjunkie.com

“Em sînorên ku ji bo me hatine xîzkirin, Peymana Lozanê qebûl nakin. Heta ku sînorên ji bo me hatine xîzkirin rakin, têkoşîna xwe bidomînin.”

Li qada  Chateau d’Ouchyê nûnerên YNK û Tevgera Goran û rêxistinên kurd axaftin hatin kirin.

——————————————–

Foto: Çalakîya kurdîstanîyan a li Lozanê/ANF 

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Baas 60 salan li Sûrîyeyê li ser kar ma

Rejîma Baasê ji sala 1963’yan ve Sûriye veguherandibû dewleteke leşkerî. Piralîbûn û demokrasî ji holê …