Balafirên Çînê li dora Taywanê ne

Çîn dîsa dorpêça xwe ya leşkerî ya li dora Taywanê bi riya tetbîqateke din dijidîne.

Taywanê ragihand, bi dehan balafirên şer ên Çînê sînorên wê yên esmanî derbas kirin.

Krîza li herêma Asya-Pasîfîkê dîsa bi tetbîqatên leşkerî yên nû germ dibe.

Taywanê ragihand, bi dehan balafirên şer ên Çînê sînorên wê yên esmanî derbas kirin.

Wezareta Parastinê ya Taywanê ragihand, di nava 24 saetên dawî de 71 balafirên şer ên Çînê û 7 keştî li dora giravê hatine dîtin.

Taywanê da zanîn, di nav koma balafiran de 6 balafirên SU-30 jî hebûne.

SU-30 yek ji yek ji balafirên şer ên herî modern ên Çînê ne.

Çînê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û îdîayên Taywanê qebûl kir.

Artêşa Çînê ragihand, tetbîqata dawî “bersive ji nêzîkbûna zêde ya veşartî ya di navbera Amerîka û Taywanê de.”

Di daxuyaniya Çînê de ev hat gotin:

“Em bi tundî dijberî biryara Amerîkayê ya ji bo dayîna 10 milyar dolar alîkariya leşkerî ji Taywanê re ne.

Aloziya Taywanê

Pekîn ji bo çareserkirina vê meseleyê formulasyona “yek welat du sîstem” pêşniyaz dike.

Di çarçoveya vê pêşniyazê de Çîn di berdêla yekitiya bi Taywanê re, destûrê dide sîstema kapîtalîst li giravê hebûna xwe bidomîne.

Aloziya Taywanê bi serdana Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi dest pê kiribû.

Pelosî tevî hişyariyên tund ên Çînê, di tebaxê de çûbû serdana Taywanê.

Rêvebiriya Pekînê bi kêliya Pelosî gava xwe avêtibû Taywanê dest bi tetbîqatên mezin kiribû.

Çîn Taywanê wekî parçeyeke xwe dibîne û bi tundî li dijî serxwebûna giravê helwest digire.

Pekîn ji bo çareserkirina vê meseleyê formulasyona “yek welat du sîstem” pêşniyaz dike.

Di çarçoveya vê pêşniyazê de Çîn di berdêla yekitiya bi Taywanê re, destûrê dide sîstema kapîtalîst li giravê hebûna xwe bidomîne.

Lê Taywan baweriya xwe bi soza Çînê nayne û naxwaze dawî li serxwebûna xwe bîne.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …