Serokê Taywanê alîgirê serxwebûnê ye

Lai Ching-teyê serxwebûnxwaz bû serokê nê yê Taywanê.

Çînê reaksiyon nîşan da û got, hilbijartin wê bandorê li “yekitiya pêwîst a bi Çînê re” neke.

Taywan hilbijartina herî krîtîk a salên dawî li dûv xwe hişt-

Lai Ching-te di encama dengdana roja yekşemê de bû serokê nû yê welêt.

Beşdariya hilbijartinê giştî ji ber rewşa dawî ya polîtîk ji % 72 bû.

Ev jî ji aliyê çavdêrên hilbijartinê ve rêjeyeke mezin tê qebûlkirin.

Çînê ji ber hilbijartina serokê nû Lai Ching-te, reaksiyon nîşan da.

Ji ber ku Lai Ching-te alîgirê serxwebûna Taywanê ye û li dijî yekitiya bi Çînê re derdikeve.

Zextên Çînê

Çînê ji sala 2022’an ve zextên xwe yên leşkerî yên li hemberê Taywanê zêde kiribû.

Çînê ji bo van kiryarên xwe, serdana Berdevka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi ya Taywanê hincet nîşan dabû.

Çînê got, wê encamên hilbijartinê bandorê li “yekitiya pêwîst a bi Çînê re” neke.

Herçî Wezareta Karên Derve ya Taywanê bû, ji Çînê daxwaz kir hurmetê nîşanî encaman bide.

Di roja hilbijartinê de çar keştiyên şer ên Çînê nêzîkî girava Taywanê bûbûn.

Taywan di 1949’an de serxwebûna xwe ragihand. Lêbelê Çînê heta niha vê qebûl nekiriye. /Harîte: Reddit

Herwiha, baloneke artêşa Çînê ji ser seheya hewayê ya giravê bilind firiyabû.

Çînê ji sala 2022’an ve zextên xwe yên leşkerî yên li hemberê Taywanê zêde kiribû.

Çînê ji bo van kiryarên xwe, serdana Berdevka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi ya Taywanê hincet nîşan dabû.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî dabû xuyakirin, eger Çîn êriş bike wê Amerîka Taywanê biparêze.

Infowelat

———————

Foto: Lai Ching-te/X.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …